Îdiaya cilên yek tîp şandin Girtîgeha Sîlîvriyê 2018-01-22 16:34:21 STENBOL - Îdia kirin cilên yek tîp ên ku Wezareta Edaletê dirûtine, şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Hikumeta AKP'ê di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ya bi Hejmara 696'an weşandin û cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kir. Li gorî sererastkirina KHK'ê, "Kesên li dijî makeqanûn û pergala wê sûc kiribe" dê li girtîgehan cilên yek tîp li girtiyan bikin û bi wî şeklî wan bibin dadgehê. 60 hezar girtiyên girtî û hikunxwer di vê sererastkirinê de cih digirin.   Piştî vê sererastkirina qanûnî, hat îdiakirin ku cilên ku Wezareta Edaletê dirûtine, şandine Girtîgeha Sîlîvriyê.   Cil di depoyan de tên ragirtin û dema pêkanîn bikeve meryetê dê li bi zorê li girtiyan bikin.