Li dijî cilên yek tîp kampanya dan destpêkirin 2018-01-22 15:11:15 STENBOL - Koordînastona Li Dijî Cilên Yek Tîp (TTE), ji bo pêkanîna cilên yek tîp bi dawî bibe kampanya da destpêkirin. Hikumeta AKP'ê bi hejmara 696'an KHK'ê cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dike, Koordînastona Li Dijî Cilên Yek Tîp (TTE),  ji bo pêkanîna cilên yek tîp bên betalkirin kampanya da destpêkirin. Kampanyaya li ser "Change.org" bi sernavê "Cilên Yek Tîp (TTE) binpêkirina mafan e. Em qebûl nakin" hat destpekirin, dê ji Serokomar, Serokwezîr, Lijneya Wezîran, Serokê TBMM'ê, Wezîrê Edaletê û Miduryeta Giştî ya Girtîgehan re îmzeyên ku hatine berhevkirin bişînin.   Hat gotin cilên yek tîp ên tên xwestin li girtiyan bikin, nasnameya girtiyan binpê dike, wan ji kesayetiya wan dûr dixin û ev tişt hat gotin:   "Ev pêkanîneke derveyê mirovahiyê ye, ev muameleya xirab û îşkence ye. Hêj mirovên darizandina wan berdewam dike, wekî sûcdar tê dîtin û ev li dijî mafê mirovan e. Li gorî girtiyên siyasî cuda û li gorî girtiyên ji komên din cuda jî cudakariya qedexeyê ye. Em li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan derdikevin û pêkanîna TTE'yê qebûl nakin."   Hûn dikarin bi rêya vê navnîşanê piştgiriyê bidin kampanyayê:   www.change.org