Roket li qereqolê ket: Kesek mir 3 kes birîndar bûn 2018-01-22 14:57:04   HATAY - 2 roket li Qereqola Hidûd a Kaletepeyê û konên li nêzî wê ketin. Hat gotin kesek miriye 3 endamên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) birîndar bûn.   Li navçeya Kirikhana Hatayê, 2 roket li konên AFAD'ê yên ku endamên OSO'yê têde ne û li nêzî Qereqola Hidût a Kaletepeyê ketin. Ji ber teqîna roketan di qerqol û konan de şewat derket.    Piştî bûyerê gelek ambulans şandin herêmê.   Ji ber teqînan karkerekî TEDAŞ'ê jiyana xwe ji dest da, 3 endamên OSO'yê birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê.