Rojnameger Îshak Karakaş hat binavkirin 2018-01-22 14:26:22 STENBOL - Polîsan di çarçovaya lêpirsîna parvekirinên medya civakî yên li dijî êrîşa li ser Efrînê, rojnameger Îshak Karakaş binçav kirin. Polîsan bi ser mala Nivîskar Azîz Tunç de jî girtin û lêgerîn kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna parvekirinên medya civakî yên li dijî êrîşa li ser Efrînê ku li Stenbolê hat vekirin, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Halkin Nabzi û nivîkarê Arti Gerçek Îshak Karakaş hat binçavkirin. Polîsan saet 01.00 şevê bi ser mala Karakaş a navçeya  Maltepe ya Stenbolê de girt û birin Midûryeta Polîsan a Kolan Vatan a Stenbolê.      BI SER MALA AZÎZ TUNÇ DE JÎ GIRTIN   Nivîskar Azîz Tunç ku nêzî du salane ji derveyî welat dijî, polîsan bi ser mala wî ya Stenbolê de girtin û amûrên malê belav kirin. Polîsên ku Tunç li malê nedîtin, dest danîn  ser pirtûka “Olumsuzler” û hin nişeyan. Polîs piştî lêgerîn ji malê çûn.