Ev jî lîsteya Andiçê AKP'ê ye 2018-01-22 14:11:30 ENQERE - Rewşenbir û nivîskarên ku li dijî operasyona li ser Efrînê bertekên xwe anîn ziman bûn hedefa Andinç ê di serdema 28'e Sibatê de êrîşî Akin Birdal kirin.  Îtîfaqa AKP-MHP'ê bi piştgiriya Rûsya û hevkariya nêzî 30 hezar endamên OSO û Nusra, di 20'ê Çile de li dijî Efrinê operasyona hewayî û bejayî da destpêkirin. Tevî ku îktîdara AKP'ê gelek kesên muxalif da pişta xwe jî kesên ku li dijî şer nerazibûn û bertekên xwe tîne ziman dibe hedefa AKP'ê û hevkarên AKP'ê. Duh kesên li ser medya civakî rexneyên xwe parve kirin der barê gelekan de biryara binçavkirinê hat dayîn û gelek ji wan bûn hedefa lîncê. Piştî operasyona binçavkirinê vê carê lîsteya andiç weşandin û gelek rewşenbir û nivîskar kirin hedef. Di lîsteya Andiç de navê Prof. Baskin Oran, Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal, Wekilê ANAP'ê yê berê Abdulbaki Erdogmuş, Wezîrê berê  Alî Haydar Konca, Ertugrul Gunay, Ziya Halîs nivîsandin û ew kirin hedef. Di lîsteyê de navê Hevsera Hrant Dink, Rakel Dink jî heye 159 rewşenbir û nivîskaran kirin hedef. Li lîsteya ku li ser hesabê Twitterê belavkirin şiroveyên “Vana piştgiriyê didin PKK’ê û li dijî dewletê derdikevin" nivîsandin û kirin hedef.    PIŞTÎ ANDIÇA ÇEVÎK BÎR, ANDIÇEK NÛ   Di sala 1998'an de jî li ser îfadeya îtîrafkarê PKK'ê Şemdin Sakik lîsteya andiç hatibû weşandin. Piştî wê lîsteyê gelek rojnameger ji karê xwe hatin avêtin. Parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal  jî kirin hedef û bi çekan êrîşî wî kirin. Hat diyar kirin ku lîsteya Andiç ji aliyê Çevîk Bîr ê di pêvajoya 28'ê Sibatê de rolek mezin lîstiye hatibû amadekirin. Lê niha Andiçê AKP'ê li dijî kesên dijberî şer lîsteyek nû amadekir.    UNSAL: ÇAPEMENIYÊ BÊDENG DIKIN Û DIXWAZIN RÊ LI VENERTIYA SÎYASETÊ BIGIRIN'   Ahmet Faruk Unsal ku navê wî di lîsteyê de heye bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku îktîdar bi armanca muxalefetê bêdeng bike dixwaze berî her tiştî çapemeniyê bêdeng bike. Unsal, anî ziman ku yên li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin dibin hedf.    BÎRDAL: QÎMETA GEFAN TUNE    Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akın Birdal ku berê navê wî di lîsteya Andiç de girt û rastî êrîşa çekdarî hat, diyar kir ku tu qîmeta van gefan tune ye. Bîrdal, anî ziman ku çi dibe bila bibe divê her kes şer rexne bikin û wiha got: "Şer sûc e. cînayet e. Îhlala mafên gelan e. Kedxwarî ye. Dijminê zarok û jinan e. Efrîn ji bo Tirkiye ne gef e."