Der barê Onlu yê HDP’ê de lêpirsîn vekirin 2018-01-22 14:07:13 DÊRSÎM - Ji ber parvekirinên medya civakî yên êrîşên li dijî Efrînê, ji madeya TCK 301’an derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu de, lêpirsîn vekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber parvekirinên medya civakî yên êrîşên li dijî Efrînê, derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsîmê Alîcan Onlu de lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê, hemû parvekirinên medya civakî yên duh bi şev ên Onlu girtibûn bin lêpirsînê.