Nijadperest êrîşê rojnameya Afrîkayê dikin: Ew ji bo min dagirkerin 2018-01-22 13:00:45 KIBRIS - Rojnameya Afrîkayê bi sernavê "Ji Tirkiyeyê tevgereke dagirkeriyê" manşet avêt, komên nijadperest gef li rojnameyê xwarin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Levent Şener, aşkera kir ku manşeta ku wan avêtiye tu kêmasiyê wê tune û wiha got: "Ew fetihin, lê ji bo min dagirkerin." Tirkiyeyê di 21'ê Çileyê de li dijî Efrînê êrîş da destpêkirin, rojnameya Afrîkayê ya li Kibrisê weşanê dike, bi sernavê "Ji Tirkiyeyê tevgera dagirkeriyê" maşet avê, Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga li Bursayê de rojname kir armanc û êrîşên li dijî rojnameyê dest pê kirin. Di saetên serê sibehê de li ber burya li Kolana Îkîncî Selîm a Lefkoşayê komek nijadperest kom bûn û gef li xebatkarên rojnameyê xwarin.   Sekna nijadperestan a li ber rojname berdewam dike, bi keviran şibekeyên buroyê şikandin. Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameyê Şener Levent ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.   ‘DI MANŞETA ME DE XETA TUNE'   Mi bo em der barê manşeta ku avêtine de bi Levent re biaxivin, me li wan geriya, aşkera kirin ku di saetên serê sibehê de li ber buroya wan komek nijadperest kom bûne. Levent da zanîn ku piştî Erdogan ew kirine armanc, êrîşên li dijî wan zêde bûne û ev tişt got: "Di manşeta rojnameya me de tu xeta tune. Heqaret jî tune. Ji xwe tevgera li dijî axa Sûriyeyê jî bi vekirî datîne holê ku dagirkerî ye. Çi dikin? Li mizgeftan Sûreya Fethê dixwînin. Yanî me ev manşeta ne wekî 'Tevgera dagirkeriyê', wekî 'Tevgera Fethê' bavîta dê çi bûya? Her du jî di heman derî re derdikevin. Ji xwe li mizgeftên li vir jî Diaya Fethê hat xwendin. Li mizgertên Tirkiyeyê jî. Fetihkirin. Çiye fetihkirin? Dagirkirin e, hûn diçin cihekî seft dikin. Dîsa ew bixwe divêjin."   ‘LI KIBRISÊ JÎ Û LI EFRÎNÊ JÎ XWÎN HERIKÎ’   Levent destnîşan kir ku tevgera di salên 1974'an de li dijî Kibrisê û operasyona li dijî Efrînê wekî hev in û ev tişt anî ziman: "Qe nebe em navên ku li tevgerê kirine mêze bikin. 'Çiqila Zeytûnê.' Ji tevgera li gel me re çi gotin. 'Tevgera Aştiyê.' Ya rast her du jî xwîn rijandin. Yanî ji kêngê ve navê şer kirin aştî. Di salên 74'an de li Kibrisê bombe bi ser gel de barandin. Di wan belavokan de çi hebû? Ji bo gelê tirke û rum bang hebûn. 'Em ê ji were aştiyê bînin.' Kevoka ku di nav dinikê wê de çiqila zeytûnê heyî hebû. Tu ferqa wê tune. Wê demê ji me re çi gotibûn. 'Em dixwazin wekheviya axa Kibrisê biparêzin.' Niha jî ji bo Sûriyeyê heman tiştî dibêjin."   ‘JI BO WAN FETIH JI BO MIN DAGIRKERÎ YE'   Levent aşkera kir ku tevgera li dijî Efrînê niheqî û êrîşkarî ye, li wir parêziyeke gêndî (nefsi müdafa) tune. Levent aşkera kir ku tu gefeke gelê Efrînê li dijî Tirkiyeyê çênebûye, ji destpêka şer heta niha pêvajoya şerê li Sûriyeyê dişopînin û ji kurdan gefeke li dijî Tirkiyeyê nedîtine û ev tişt got: "Ez teqes YPG û PYD'ê wekî rêxistinên terorê qebûl nakim. Ji ber ku li tu dera cîhanê û li Tikriyeyê tu êrîşên wan ên terorî çênebûne." Levent bal kişand ser têkiliya di navbera DIAŞ û Tirkiyeyê de jî û wiha pê de çû: "Tirkiye niha bi elemanên wekî DAIŞ'ê re êrîşê Efrînê dike. Dibêjin Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO). Ev artêşa artêşeke legal e? Ev artêş kêngê hat avakirin û bû legal. Kê ev artêş ava kir? Divê bersiva van pirsan bidin. "   ‘TU BI KU DE DIÇÎ MEMET’   Levent bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê, helbesta Nazim Hîkmet a der barê Şerê Koreyê ku pirsa "Nereye gidyorsun Memet. Kimi Ölgürümeye gidiyorsun" (Tu bi ku ve diçî Memet. Tu ji bo kuştina kê diçî) jî bi bîr xist û ev nirxandin kir: "Rewşa li vir jî ev e. Sed mixabin ew leşkerên ku diçin jî nizanin çi dikin. Er ê. Ev tevgereke dagirkeriyê ye. Wekî sala 1974'an li Kibrisê çi kirine, niha li wir dikin."   ‘SÛRIYE NEYNIKA DÎROKA HEMDEM E’   Levent derbirî ku şerê li Sûriyeyê neynika dîroka hemdem e, mirovahî li Sûriyeyê ber bi ku ve diçe ew dizanin û bal kişand rola Rûsyayê ya di êrîşa li dijî Efrînê de û wiha got: "Putîn li Sûriyeyê nişeyeke ne baş girt."   ‘RUHÊ LI BADIMAKÊ LI VIR E’   Levent diyar kir ku dema wî diaxivî li derve deng bilind dibû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ruhê li Madimaka Sêwasê, ruhê li Mereşê, ruhê ku li Başûr Rojhilatê Tirkiyeyê gund şewitandin, li vir jî li dijî me ye."   MA / Ahmet Kanbal