Polîsan deriyê mala Nivîskar Baysal şikandin û binçav kirin 2018-01-22 12:18:36 AMED - Polîsan bi ser mala nivîskara T24 Nûrcan Baysal de girtin û piştî deriyê mala wê şikandin ew li malê binçav kirin.  Polîsan şev nîvê şevê bi ser mala nivîskara T24  Nurcan Baysal de girt û ew binçav kirin. Polîsan bi hinceta der barê operasyona TSK'ê ya der barê operasyona li dijî Efrînê de li ser hesabê medya civakî nivîs belav kiriye bi ser mala Baysal de girt û deriyê mala wê şikandin. Parêzera Nûrcan Baysal, Reyhan Baydemir, têkildarî binçavkirinê diyar kir ku polîsan saet di 00:10'an de bi ser mala muwekîla wê de girtiye û deriyê malê şikandine. Baydemîr wiha got: "Min serê sibê bi wê re hevdîtin kir. Got 'Bi hinceta barvekirinên medya civakî yên der barê Efrînê de hatime binçavkirin' Ez dê di nava rojêde bi dozger re hevdîtin bikim."