Fermandarê YGP’ê Hemo: Rûsya û Tirkiye di nava tifaqek qirêj de ne 2018-01-22 11:48:05 QAMIŞLO - Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo, diyar kir ku hin mijar hene divê ew bi gelê xwe û cîhanê re parve bikin û wiha got: “Rûsya bi piştgiriya xwe ya bi Tirkiyê re, di yek çeperî de li dijî me şer dikin. Êdî bi Tirkiyê re bûye yek. Rûsya berî du salan digotin bêyî kurd çareserî ne pêkane. Lê niha li dijî me şer dike.” Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û bal kişand êrîşîn li dijî Efrînê.  Hemo, îdîayên Tirkiyeyê ku dibêjin artêşa wan baregehên leşkerî hedef digirin derewand û wiha axivî: “Tirkiye sivîlan hedef digire. Ji ber her kurdekê weke leşkeran dibînin, dixwazin ji wan xelas bibin. Em li kêleka gelê xwe ne, me xeta berxwedanê pejirandiye û em ê bi ser bikevin.”   PÊKANÎNÊN ARTÊŞA TIRK TÊK ÇÛNE   Hemo, anî ziman ku piştî hemû hewldanên artêşa tirk ên pêkanîna armancên xwe di Sûriyeyê têk çûne û wiha got: “Di havîna 2016‘an ji Cerablusê dest bi dagirkirina Sûriyeyê kirin. Berxwedana Efrînê hemû planên wan di herêmê de têk dibirin û niha em dibînin Erdogan eşkere dibêje ku ew ê 30 km êrîş bikin. Ji armancên wî diyar e ku dixwazin herêmên kurdan dagir bikin û destkeftiyên kurdan têk bibin. Erdogan dixwaze herêmên di bin serweriya xwe de berfireh bike û bixe destê Îxwan El-Muslimîn. Ji ber vê yekê hewl dide giraniya xwe di aloziya Sûriyeyê kûrtir bike. Piştî heybeta xwe winda kir, hewl dide bi riya dagirkirina herêmên kurdan wê heybete cardin bi dest bixwe. Îro jî bi navê parastina ewlehiya sînor dixwaze Efrîn dagir bike û bi herêma Babê ya dagirkirî û Îdlibê ve girê bide.”   TIRKEYA ÊRÎŞE NEXWEŞXANÊ KIRIYE   Hemo, da zanîn ku yekîneyên wan tu carî Kîlîs û bajarên din ên li ser sînor ne kirine hedefa xwe û wiha bilêv kir: “Cardin hêzên me nexweşxaneyên li Ezazê topbaran nekirine. Tirkiye bixwe nexweşxane hedef girtiye. Dibe ku ev êrîş bi balafir an jî fûzeyan pêk anîbin. Me hemûyan dît çawa Tirkiyê beriya Cerablusê dagir bike digot Kîlîs tê topbarankirin. Bi vê rêbaze dixwaze dagirkeriya xwe rawa bikin. Hemû îdîayên AKP’ê ji rastiyê dûr in û berevajîne. AKP-MHP berî çend salane êrîşî me dikin û piştgiriyê didin komên çete yên terorîst.”   ‘SIVÎLAN DIKIN HEDEF’   Hemo, destnîşan kir ku bi gotegotên di çapemeniya Tirkan de belav bileva dibin, dixwazin rewabûna êrîşên xwe nîşan bidin û wiha bilêv kir: “Hemû tiştên di çapemeniya Erdogan de tên gotin derew in. Rastiya wan qet nîne. Beriya êrîşî Efrînê bikin bi du mehan zemîn ji çapemeniya Tirk re amede kirin. Hemû êrîşên niha li dijî gel û gel zirarê dibînin. Em ji daxuyaniyên Erdogan ku dibêje artêşa wî bargehên leşkerî hedef digirin û kuştî leşker in, fam dikin ku ew her kurdekê leşker dibîn in û divê tune bikin. Ji ber vê yekê dibêje ku hemû qûrbaniyên topbaranê leşker in. Êrîşên Erdogan ên li dijî gund û bajaran pêk tîne sivîl hatine hedef girtin.”   ‘RÛSYA BI TIRKIYÊ RE DI ÇEPERAN DEYE’   Hemo, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hemû komên çete yên li Sûriyeyê ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dixebtin û şoreşa Sûriyeyê firotine  mazatê. Êdî têkiliyên van koman bi Sûriyeyê û rizgarkirina gelê wê re nemaye. Ev koman çete ne û Tirkiyeyê ew bi pereyan kirîne. Dewleta Tirk a faşizan li dijî kurdan şerê qirkirinê daye destpêkirin. Hemû cîhan berpirsê van êrîşane û  divê bêdeng nemînin. Hin mijar hene divê em ji gelê xwe û tevahî cîhanê re eşkere bikin. Rûsya bi siyasetên xwe û piştgiriya wê ya bi Tirkiyê re, êdî bi Tirkiyê re bûye yek û di yek çeperî de li dijî me şer dikin. Rûsya berî du salan li Efrînê bû û îdîa dikir ku ew hewl dide alîkariyê bi kurdan û pirsgirêkên wan çareser bike. Digotin bêyî kurd çareserî ne pêkane.”   RÛSYA Û TIRKIYE LI HEV KIRINE   Hemo, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hin peymanên me bi Rûsya re hebûn, lê di şev û rojekê de Rûsya ev peyaman têk birin û bi me re xayîn ket. Rûsya dewletekê bazirganiyê ye. Diyar e ku li ser mijaran bi Tirkiyeyê re li hev kirin. Helwesta Rûsya isbat dike ku bê rêzge. Bi têkoşîna gelê me û şervanên YPG û YPJ‘ê dê dîrokeke nû û pêşerojek nû were nivîsandin. Wê rojeke were û Rûsya li ser vê nêzîkatiya xwe lêborîna xwe bixwaze. Helwesta me diyar e. Em ê li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe bidin. Em li kêleka gelê xwe ne, ev ne berxwedaniya me ya yekemîn û ne jî ya dawîne. Me ji Kobanê dest pê kir û emê berxwedana xwe dewam bikin. Em moralê xwe ji gel û şervanên xwe digirin û em ê biser bikevin, ji ber ku em parastina rawa pêk tînin.”