Dayikên Şirnex û Mêrdînê: Em ê Efrînê ji wan re nehêlin 2018-01-22 10:52:55 ŞIRNEX / MÊRDÎN - Dayikên Şirnexî û Mêrdînî bertek nîşanê êrîşên li dijî Efrînê dan û diyar kirin ku çawa kurdan li Kobanê êrîş şikandin dê êrîşên li dijî Efrînê jî bişkînin û gotin: "Em ê Efrînê ji wan re nehêlin." Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayî wan ên li dijî Kantona Efrînê ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Bertekên li dijî êrîşan jî didomin. Dayikên Mêrdînî û Şirnexî qedexe û rûxandina li bajarên Kurdistanê bi bîr xistin û dan zanîn ku kurd bi hêsanî naşikên.   ‘KURD VAN ÊRÎŞAN QEBÛL NAKIN’   Kumru Uygun xwest hikumet destê xwe ji bajarên kurdan bikişîne û polîtîkaya şer bi dawî bike û ev tişt got: "Piştî DAIŞ'ê êrîşê Kobanê kir, li gelek deveran bertekên mezin derketin pêş. Dê hemû kurd li dijî van êrîşan jî rawestin. Bila tu kes mefikire em ê kurdan tune bikin, em tune nabin. Dê kurd li ber xwe bidin. Em ê Efrînê ji wan re nehêlin. Em çawa ji bo Kobanê rabûn, em ê wekî Efrînê jî rabin û cîhanê rakin piyan."   Uygur destnîşan kir ku dayik li dijî mirinê radiwestin û wiha got: "Em naxwazin ciwanên kurd jî û ciwanên tirk jî li Efrînê bimirin. Armanca hikumetê ew e, kurd û tirkan berde hev."   ‘BILA DAYIKÊN TIRK ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN LEŞKERIYÊ’   Taybet Onge da zanîn ku jin aştiyê dixwazin, çi ji destê wan bê dê ji bo Efrînê bikin. Onge xwest dayikên tirk zarokên xwe neşînin şer û wiha pê de çû: "Heke hikumet dest ji şerê li dijî Efrînê bernede, dê kurdên li Tirkiyeyê dijî wî derkevin." Fatma Îrmez jî got ku biryara vî şerî zalimî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê kurd li dijî êrîşan rawestin. Gelê Efrînê ne dijmin, birayê me ne. Kesên ji xwe re dibêjin ez mislimanim, li dijî kurdên misliman şer dikin. Em li gel birayên xwe yên Efrînê ne."   ‘KURD BI HÊSANÎ NAKEVIN’   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Halîme Işik, li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê dijî, diyar kir ku dayik têra xwe hêsirên çavan rijandine û êşa xwînrijandinê kişandin, di her şerî de zarokên wan jiyana xwe ji dest didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Kobanê zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Yên ku balafirên şer bombe biser wan da barandin, zarokên me ne. Em ne şer, aştiyê dixwazin." Işik bal kişand ser durûtiya Rûsya û Amerîkayê jî û ev nirxandin kir: "Kurd bi hêsanî nakevin. Bi kuştin û girtinê çareserî nabe. Bese we zilim li kurdan kir. Polîtîkaya şer a li ser kurdan bi dawî bikin."   ‘DILÊ KU NEŞEWITÎ NEMA’   Merdiye Ay xwest Rûsya û DYA piştgiriya dide dewleta tirk êdî nedê û betek nîşanî Sûreya Fethê ya Serokê Karê Diyanetê da. Ay ev nirxandin kir: "Mafê me jî heye. Naxwazin mafên me bibînin û bombeyan bi ser me de dibarînin. Ev çi hişmendî ye. Êdî dilê ku neşewitî nema."