9 lêpirsîn li qeyûmê Şirnexê vekirin 2018-01-22 10:12:11     ŞIRNEX – Der barê Alîkarê Walî Turan Bedîrhanoglu yê li Şirnexê qeyûmê 3 şaredariyan e û peywira Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr dike, bi îdiaya "di îhaleyê de fesadî kiriye" û "nelêrêtî kiriye", 9 lêpirsîn hatin vekirin.   Wezîrê Karê Hundur di 5'ê Mijdara 2016'an de Alîkarê Walî Turan Bedîrhanoglu, qeyûm tayînî Şaredariya Şirnexê, kir. Der barê wî de 9 lêpirsînên cuda hatin vekirin. Xebatkarekî/e şaredariyê nexwes navê xwe bêje, da zanîn ku Waliyê Şirnexê ji ber "di îhaleyê de fesadî kiriye" û "nelêrêtî kiriye" lêpirsîn daye destpêkirin. Lêpirsîna bi erêkirina Wezîrê Karê Hundur, berdewam dike.   DI NAVBERA WALÎ Û QEYÛM DE ALOZÎ   Qeyûm Bedîrhanoglu, piştî tayînê şaredariya DBP'ê hatibû kirin, hemû saziyên ku di dema DBP'ê de hatibûn vekirin, yek bi yek girtibû û karkerên wê demê girtibûn kar, ji kar avêtibû. Hat gotin di navbera Bedîrhanoglu û Walî Mehmet Aktaş de rojên borî nîqaşek hişke derketiye.   Bedîrhanoglu di heman demê de alîkarê walî ye, qeyûmê bajaroka Dêrgulê, Gundkê Melê û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr e.   CIHÊ 9 QEYÛMAN GUHERTIBÛN   "Biryarnameya Nivîskî ya Amîrê Îdareya Mulkî" ya berî demekî Wezîrê Karê Hundur weşandibû, cihê qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanur, qeyûmê Şaredariya Peyasa Amedê Mustafa Kiliç, qeyûmê Yênîşehîra Amedê Mhymet Ozel, qeyûmê Şaredariya Milazgirê ya Mûşê Soner Kirli, qeyûmê Şaredariya Bêgiriyê ya Wanê Fatîh Çelîkel, qeyûmê Şaredariya Sarayê Serhat Karabektaş, qeyûmê Şaredariya Çelêya Colemêrgê Mehmet Mut, qeyûmê Şaredariya Colemêrgê Muhammet Fuat Turkmen û qeyûmê Şaredariya Depê ya Xarpêtê Cemîl Sarioglu hatibû guhertin.