'Ne girtîgeh îzolasyon û navenda îhlalê ye' 2018-01-22 09:45:04 XARPÊT - Sitki Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê tê girtin, di nameya ji ÎHD'ê re nivîsan de aşkera kir ku bi mehan e di hucreya yek kesî de ye, binpêkirinên li girtîgehan yek bi yek vegot. Nivîskar Sitki Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê de tê girtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi nameyekî ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re ragihand. Aslan da zanîn ku berî 2 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Trabzonê sewqî Xarpêtê kirine, roja ku hatiye heta niha di hucreyeke yek kesî de tê girtin. Aslan da zanîn ku li girtîgehê bi qasî 100 hucre hene û hemû jî cihê kesekî ne û wiha got: "Girtiyên bi tena xerê xwe nikarin pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin jî di hucreyên yek kesî de tên girtin. Hema bêje hemû aktivîteyên civakî qedexe kirine, gelek caran bi awayekî keyfî tên astengkirin."   OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ Û EVRENSELÊ NADIN WAN   Aslan destnîşan kir ku mafên wanên ragihandin û agahî girtinê jî asteng kirine û wiha axivî: "Her çendî mafê ragihandin û agahî girtinê mafekî makeqanûnî be jî di vê mijarê de gelek astengî hene û binpêkirinên mafan zêde ne. Radyona min ji girtîgehê bi xwe re anî, nedan û ji kantînê radyoyan nafiroşin. Dîsa rojnameyên wekî Ozgurlukçu Demokrasî û Evrenselê bi keyfî nadin. Her çendî der barê wan de biryara berhevkirinê tune be jî gelek hejmarên rojnameyan nadin."   'TU WEŞANÊN BI KURDÎ NADIN'   Aslan destnîşan kir ku tu weşanên bi zimanê kurdî nadin wan û wiha pê de çû: "Dewleta ku kanaleke wê ya bi zimanê kurdî ya TRT 6'ê heyî, hêrsa wê ya li dijî zimanê kurdî bêhiqûqî ye. Hemjara pirtûkên di odeyê de bi 7 pirtûkan re sînor dikin û ev di warê ruhî û ponijandinî de astengiyek mezin e." Aslan aşkera kir ku bi keyfî cezayê dîsîplînê didin wan wekî mînak ev tişt got: "Li ser laçika jinekî 'aştî' hatibû bivîsandin, 'salekî qedexeya hevdîtinê' dan vê jinê."   'PIŞTÎ MEHAN DERDIXIN REVÎRÊ'   Aslan destnîşan kir ku di warê mafê tenduristiyê de jî gelek zehmetiyan dikişînin, piştî dixwazin derkevin revîrê, bi mehan wan dernasin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku ev girtîgeheke nû hatiye vekirin, bi tevahî navenda îzolasyonê ye. Di warê hêjahiyê de gelek girtîgehên tîpên F zehmettir e. Beyî ku cudahiyê bikin navberê, demek dirêj her kesî bi tenê dihêlin."