Parvekirina gora kurê wî kirin sûc 2018-01-22 09:21:59 MANÎSA – Bavê endamê PKK’ê Ferhat Dîneklî, Memduh Dîneklî bi boneya wêneyê gora kurê xwe parve kir wek delîliya îdiaya “Endamtiya rêxistinê” nîşan da.  Di 1’ê çileya 2017’an de li navçeya Turgutlu ya Manîsayê Ersîn Yaşar, Maşallah Temel, Memduh Dineklî û Sabrî Guler hatibûn binçavkirin û girtin. Îdianameya der barê wan de ku dozgeriyê qebûl kir, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê qebûl kir. Dozgeriyê der barê her çar kesan de bi boneya parvekirinên medya civakî de bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” cezayê hepsê xwest. Parvekirinên tora civakî ya Memduh Dîneklî yê ku wêneyê gora kurê xwe yê endamê PKK’ê Ferhat Dîneklî (Ardal Alî Çiya) ê di 25’ê mijdara 2015’an de di pevçûnekî jiyana xwe ji dest dabû û parve kir delîlê sûc hat nîşandan.    BÎRANÎNA KURÊ WÎ KIRIN SÛC    Di îdianameya amade kirin de bîranîna Memduh Dîneklî ya kurê wî bû mijara sûc. Parvekirinên Dîneklî û welatiyên din ên der barê girtina wekîlên HDP’ê û hevşaredarên DBP’ê û stranên hunermend Seyda Perînçek jî di nav delîlên sûc de cih girtin.    Danişîna ewil a dozê dê di 23’ê çile de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê bê dîtin.