Nûnerê partî û rêxistinan: Divê gelê me li metrepolan dakevin qadan 2018-01-22 09:18:11 ÎZMÎR - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku dê kurd li dijî êrîşên Efrîn'ê li ber xwe bidin û gotin: “Divê gelên me yên metropolan dakevin qadan.” Bertekên li dijî êrîşên Êfrînê ku piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan destpê kirin, mezin dibin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, diyar kirin ku divê hemû gel bi Efrînê re bikevin nava piştevaniyê û banga li dijî polîtîkayên AKP’ê dakevin qadan kirin.    Hevserokê Pariya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Çerkez Aydemîr, anî ziman ku dixwazin li Efrînê pêşiya komkujiyan vekin û wiha axivî: “AKP armanc dike ku mîna Tirkiyeyê, aştî li Sûriye û Efrînê jî pêk neyê. Desthilatdarî tu carî berjewendiyên gelên li Tirkiyeyê naparêze. Di salên bûrî de DAIŞ û El Nusra Kîlîs bombebaran kirin û ji 30’î zêdetir welatiyan jiyana xwe ji dest dan. AKP’ê wê demê gotibû mafê xwe yên meşrû bikar anîne. Heya roja îro kevirek jî ji Efrînê nehatiye li Tirkiyeyê neketiye. Berpirsê vî şerê AKP bi xwe ye.”    ‘EMÊ QADAN TERK NEKIN’   Aydemîr, da zanîn ku Rûsya jî mîna AKP’ê berpirsê êrîşane û wiha bi dawî kir: “Dixwazin gelê kurd li hemberî êrîşan di qada navneteweyî de bi tenê bihêlin. Rûsyayê deriyên êrîşan ên li dijî gelê kurd vekirine. Bi êrîşa li ser Efrînê dixwazin polîtîkayên komkujiyê bixin dewrê. Em ê li dijî êrîşan qadan terk nekin. Em banga têkoşînê li hemû derdoran dikin.”    ‘BI RUHÊ KOBANÊ EM XWEDÎ EFRÎNÊ DERKEVIN’   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Îzmîrê Suleyman Gunduz jî, diyar kir ku agahiya Rûsyayê ji êrîşan heye û wiha axivî: “Li dijî kurdan îxanetê  dikin. Divê hemû kes bertekên xwe nîşanî vê yekê bidin. Divê hemû gelên me yên li metropolan dakevin qadan û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Divê em bi ruhê Kobanê xwedî li Efrînê derbikevin.”    'PAŞEROJÊ DE SADDAM Û NIHA JÎ AKP YE’   Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa DBP’ê Gulum Bayram jî, anî ziman ku desthilatdarî dijminantiya Efrînê dike û wiha axivî: “AKP di dijminantiya kurdan de sînoran nas neke. Dinava xwe de tengav bûye û dixwaze kêrnehatin xwe bi pergala faşizan, nijatperest û dîktatoriyê veguherine hêzê. Em ne xerîbê êrîşên wihane. Di salên derbas bûyî de Seddam Huseyîn û rêveberiya Şamê hebûn, niha jî pêkanînên AKP’ê hene.”   'HÊZA KURDAN DÊ DIYARKER BE’   Bayram, da zanîn ku tişta divê bê kirin, parastina Efrînê  û wiha bi dawî kir: “Encex gelê kurd bi hêza xwe ya çewherî li ber xwe bidin. Dê AKP winda bike. Kurd li ser axa xwe, jiyana xwe didomînin. Tu wateya vî şerî bi welatparêziyê re tuneye. Şer faydeyê nade tu kesê.”    'DÊ GELÊ KURD TÊKOŞÎNA XWE BIPARÊZE’   Hevberdevka Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Ege’yê Selman Altan jî êrîşa li dijî Efrînê nirxand û wiha got: “Li Tirkiyeyê dema mijar dibin kure, AKP, MHP û CHP dibin yek. Ev rastî me cardin di êrîşên Efrînê de dîtin. Divê hemû beşên civakê li dijî êrîşan bertekên xwe nîşan bidin. Dê gelê kurd têkoşîna xwe ya çewherî biparêze.”