ROJEVA 22'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-22 09:00:20 *Gundiyên gundê navçeya Kirikhan ên kurd ku li ser sînorê Efrînê ne li dijî êrîşan bi bertek in û xeter in. Welatiyek ji gund ê nexwest navê xwe bide got: “Yên li Efrînê hemû xizmên me ne. Em di nav xetereyê de li rewşê temaşe dikin. Em naxwazin xizmên bên kuştin.”  * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, diyar kirin ku dê kurd li dijî êrîşên Efrîn'ê li ber xwe bidin û gotin: “Divê gelên me yên metropolan dakevin qadan.”   *Jinên edeneyî li dijî bandora OHAL’ê ya li ser jinan gotin: “Dema em diçin cihekî, em bi tirsa dê tiştek bê serê me dijîn. Ji bo OHAL rabe dê têkoşîna me dewam bike.”   *Li Edeneyê welatiyên di konan de dimînin diyar kirin ku ji bo ava nayê vexwarin pere radizînin û ew ava bîrê vedixwin.    *Bavê endamê PKK’ê Ferhat Dîneklî, Memduh Dîneklî bi boneya wêneyê gora kurê xwe parve kir wek delîliya îdiaya “Endamtiya rêxistinê” nîşan da.    *Mamosteya xweparastina jinan Îrene Zeîlînger têkildarî têkoşîna xweparastina jinan de got: “Jin dikarin bi xweparastinê hestiyê qorikên zilamtiyê bişkênin. Hedefa me jî ev e.”    *Jinan bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê da û gotin: “Çawa em xwedî li Kobanê derketin em ê xwedî li Efrînê jî derbikevin.”    *Li navçeya Sûrê ciwanê bi navê Yusuf Guneş bi boneya li dijî çeteyên hişbirê derket, çeteyên hişbirê wî kuştin. Şêniyên taxê diyar kir ku têcirên hişbirê bi polîsan re di nav hevkariyê de ne û dê bi awayek hevbeş li dijî van çeteyan têkoşîne bidin meşandin.    *Oldaran bertek nîşanî Sûreya Fetîh a ku bi pêşengiya Serokatiya Karê Diyanetê li mizgeftan hat xwendin da û gotin: “Li şûna ku Diyanet li dijî zilmê derkeve, lê bû hevkarê êrîşan û şerê nehiqûqî û bêmaf rewa dike.”   * Dê pêşketinên şer û operasyona li dijî Efrînê bên şopandin.   *Esnafên bazar ên Şarderiya Bajarê Mezin a Îzmîrê tezgahên wan kirin, dê li ber avahiya şaredariyê ya li Konakê kom bibin. (12.00)    *HDP, DBP, TJA û KCD’ê ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê dê li ber Avahiya Bajêr HDP’a Amedê kom bibin û Paltforma Şaxan ya  KESK’ê ya Amedê, dê li Şaxa Hejmara 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê daxuyanî bide çapeniyê. (12.00/12.30)     *Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Stebolê, ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê, dê li avahiya xwe ya li Unkapanê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê roja 440'an li Kolana Yukselê berdewam bike. (13.30/18.00)