Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de jî girt 2018-01-21 22:50:19 AMED – Polîsan bi ser avahiya HDP’a Bismilê de girt û Hevserokê HDP’a navçeyê Refaî Baran binçav kir.  Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bismila Amedê de girt û lêgerîn li hundir pêk anîn. Polîsan Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bismilê Refaî Baran jî binçav kir. Hinceta binçavkirina Baran û serde girtina HDP’ê nehat zanîn. Hat zanîn ku hêj li avahiya HDP’ê lêgerîn dewam dike.    Di nava rojê de rêveberên HDP û welatiyan li avahiya HDP’a Bismilê li dijî êrîşên li ser Efrînê civîna şermezarkirina êrîşan li dar xistibûn.    Li aliyê din di saetên êvarê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Sêrtê de jî girtibû û lêgerîn pêk anîbû.