Kobanê ji bo Efrînê meşiya 2018-01-21 18:43:19 KOBANÊ – Bi hezaran welatiyên kantona Kobanê bi armanca şeremzarkirina êrîşên TSK'ê ya li ser Efrînê bi dirûşmeyên “Erdogan wê li Efrînê têk biçe.” meşiyan.  Hêrs û nerazîbûna li hember êrîşên TSK'ê ya bi fermana AKP-MHP'ê li ser Efrînê pêk anî, mezin dibe. Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê ya herêma Firatê bi pankartên "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e", "necatperest e, terorîst û kujerê gelê Sûriye ye", "Kujerê jin û zarokan, Tirkiyê rûyê rast ê, DAIŞ e" û "Êrîşên li dijî Efrînê êrîşên li dijî gelê Sûriyeyê” vekir li qada Jina Azad a kolana Şehîd Sariya Ozgur (48) kom bûn, û meşiyan. Meşa mezin di kolana Cerablus a li beramberî sînorê Bakurê Kurdistanê derbas bû û ber bi qada Aştî ve dewam kir. Meşvanan di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û xayîna Rûsiya qîr dikirin.   WÊNEYÊ ERDOGAN ŞEWITANDIN   Hevserokê Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivî û berxwedana gelê Efrînê ya li hember dagirkeriya TSK'ê slav kir û wiha got: "Li Efrînê berxweneke li dijî dagirkeriya Tirkiyê heye, lê tu kes dengê xwe nade, Neteweyên Yekbûyî qaşo xwe wekî parastvanên mafê mirovan bi nav dike li hember siyasetên dewleta Tirk bêdeng e. Em dibêjin ku Efrîn ne Mehabad e, ne Kerkûk e û ne Şengal e, Efrînê ware berxwedanê ye, ware bi sedan Kedal û Rifetan e.”   Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Sara Xelîl jî bi navê hemû jinên Kobanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û Rûsiya wekî xayîn bi nav kir û wiha got: “Bi ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihaştine vê astê û me serkeftinên mezin bi dest xistine, ji ber vê yekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê me, me natirsîne û heya dawî em ê li ber xwe bidin.”   Çalakî bi dirûşmeyê “Efrîn di dilê me de ye, bijî berxwedana gelê Efrînê” û şewitandina wêneyê Serokê AKP'ê Erdogan bi dawi bû.