Leşkerên derketin operasyonê di bin şepê de man: 5 leşker mirin 2018-01-21 17:41:05 BEDLÎS - Leşkerên li navçeya Xîzanê ya Bedlisê derketin operasyonê, di bin şepê de man. 5 leşker mirin, 12 leşker jî birîndar bûn. Waliyê Bedlîsê li navçeya Xizanê qedexeya derketina devre îlan kir.  Li navçeya Xîzayê ya Bedlîsê leşkerên derketin operasyonê, di bin şepê de man. Di bûyerê de 5 leşker mirin 12 leşker jî birîndar in. 12 leşkerên birîndar bûn bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Bedlîsê. Waliyê Bedlîsê, di çarçovya operasyonê de li hemû gundên Navçeya Xizanê û gelek gundên Tetwanê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexeya derketina derve dê hefta fermana duyemîn a walîtiyê bidome.