Gelê Silêmanî û Êzîdî li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan 2018-01-21 16:46:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Silêmaniyê li kolana Saholeke ya Silêmanî bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê û şermezarkirina êrîşên TSK'ê meşek girseyî  li dar xist. Êzîdiyên li Şengalê jî bi meşekê êrişa li ser Efrînê şermezar kir.  Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiya. Bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de welatî piştgiriya xwe ya ji bo Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û dirûşmeyên li dijî êrîşên dewleta tirk berz kirin. Du nûnerên YNK’ê serdana nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê kirin, piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê diyar kirin û gotin ku ger pêwîst bike wê hêz bişînin Efrînê.    ÊZÎDÎ MEŞIYAN   Gelê Şengalê jî bi heman armancê êrîşên dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê şermezar kir. Meş ji pêşiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir û heta riya giştî ya ku diçe bajaroka Xanesorê dom kir. Di meşa ku rêveber û nûnerên saziyên li Şengalê û bi sedan welatî tevlî bûn de pankartên wekî, "Bijî berxwedana Efrînê", "Berxwedana Efrînê mîna çetelekî wê di çavên Erdoxan de bimîne" hatin vekirin. Dirûşmeyên bi heman naverokê hatin berzkirin. Piştî meşê Qasim Xelef li ser navê girseyê daxuyaniya ku bi zimanê erebî hatibû amadekirin, xwend. Qasim Xelef êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kirin û destnîşan kir ku ew van êrîşan bi tu rengî qebûl nakin. Xelef diyar kir ku ew wekî gelê Şengalê bi hemû derfetên xwe amadene biçin Efrînê û li kêleka YPG/YPJ'ê li dijî faşîzma AKP/Erdoxan têbikoşin. Xelef bang li hêzên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin û çavê xwe ji dagirkeriyê re negirin. Piştî xwendina daxuyaniyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî axivî û got: "Em wekî gelê Êzidî hertim amade ne ku ji bo gelê xwe yê Efrînê seferber bibin û li kêleka şervanên azadiyê di çeperan de cîh bigirin."   Li ser navê TAJÊ Kinê Xidir jî axivî û got: "Ey Erdoxan em tu caran nahêlin ku tu derbasî Efrînê bibî, em hemû li Efrîn in." Ciwanê bi navê Berzan Izêr jî got: "Em wekî ciwanên Êzidxanê amadene ku di van kêliyan de derbasî Efrînê bibin û gelê xwe li wir bi parêzin". Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" bidawî bû.   YNK'ê ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR   Berpirsê desteya rêveber a YNK’ê Mele Bextiyar û berdevkê YNK’ê Sedî Pîre serdana nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kirin. Mele Bextiyar û Sedî Pîre piştî ziyaretê daxuyanî da. Mele Bextiyar axivî û got; “Em dijî êrîşa leşkerî ya li ser Efrînê ne. Ji hemû aliyek daxwaz dikin bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku çareseriya leşkerî ne çareseriye. Ger bi şêwey leşkerî pirsgirêk çareser bibane, wê ji zû de ve pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê çareser biban.”   Mele Bextiyar wiha jî got; “Ji hemû aliyên hikûmeta herêmê, parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikin piştgiriya Efrînê bikin. Em weke YNK bi hemû şêwey piştgiriya Efrînê dikin. Ger rê bê dayîna me û hêz pêwîst bike ji bo piştgiriya Efrînê emê bişînin.”   Piştre Hevserokê Nûnertiya Kantonên Rojava li Herêma Kurdistanê Cawîdan Hesen axivî û got; “Em bi hatina Polîtburoya YNK’ê û diyarkirina piştgiriya xwe ji bo Efrînê keyfxweş bûn. Efrîn xwedî îrade ye û wê li ber xwe bide. Dibe vî şerî bikene derfetek din ji bo rizgarkirina herêmên din ên Sûriyê dibin dagirkeriya Trikiyê  û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê.”