Arslan: Em bi ruhê Kobanê li Efrînê xwedî derbikevin 2018-01-21 16:11:34 AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, derbarê êrîşên Efrînê de axivî û wiha got: “Divê em ji polîtîkayên şer ên AKP’ê re bêjin êdî bese. Werin em bi hevre bi ruhê Kobanê xwedî li Efrînê derkevin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan ji bo şermezar kirina êrîşîn Artêşa Tirk ên li dijî Efrînê, dema daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’a Amedê da, polîsan devê wî girtin û ew asteng kirin. Arslan piştre ji Ajansa Mezopotanya (MA) re axivî û nirxandin kirin   ‘HELWESTEK JI BO BERTEKAN BITEPÎNE BÛ’    Arslan, bertek nîşanî astengiyên polîsan dan û wiha got: “Pêkanînên faşîzane yên AKP’ê û êrîşên polîsan heya deriyê avahiya partiya em jî hatin. Xwestin ku daxuyaniya  me asteng bikin. Bi zorê xwetin me bigin hûndirê avahiya partiye. Ji bo daxwazên demokratîk ên gelên me têk bibin wisan nêz dibin. AKP hemû êrîşên xwe yên bêhiqûq, li ser gelê me dimeşîne. Ji ber vê yekê li hemû bajaran teşkîlatên polîsan xistine dewrê ku daxwazên civakî asteng bikin. Bi êrîş û tundiyê xwestin daxwazên me yên li dijî êrîşê Efrînê bêdeng bikin. Bi vê nêzîkatiyê AKP dixwaze li Tirkiyeyê xwe bi sazî bike û ev encamên polîtîkayên rejîma yek zilamiye.”   ‘BI RUHÊ KOBANÊ EM XWEDÎ EFRÎNÊ DERKEVIN’    Arslan, anî ziman ku AKP li ser civaka muxalî şer û tundiyê ferz dike û wiha bilêv kir: “AKP dixwaze xwe ji tengasiya ketiyê, derbixwe. Êrîşên li dijî Efrînê bi awayekê vekirî vê pişt rast dikin. Bi şer gefan li gelan dixwe. Wisan dixwaze desthilatdariya xwe bihêz bike û muxalefetê çavtirsandî bike. Em ne tenê li dijî şerê li Efrînêne, em li dijî hemû şerên li Rojhilata Navînin. Bi taybetî em ê tu carî polîtîkayên kaosê kûr dike û şer dijwar dike yên AKP’ê qebûl nekin.”    BANG LI GEL Û RÊXISTINAN KIR   Arslan, bang li hemû gel û rêxistinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li dijî êrîşên li ser Efrînê, çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin û ji polîtîkayên şer ên AKP’ê re bêjin êdî bese. Her çiqasê AKP bi polîs û hêzên xwe yên taybet re, bixwazin me asteng bikin jî, em ê tu carî bêdeng nemîn in û em ê di her kêliyê de li gel gelê Efrînê bin. Em ê şerê dij mirovahî yê li dijî Efrînê tu carî qebûl nekin.  Dê gelê me Efrînê bi tenê nehêlin. Werin em bi hev re bi ruhê Kobanê xwedî Efrînê derbikevin.”