Li Bedlîsê 2 leşker mirin 3 winda, 7 jî birîndar bûn 2018-01-21 14:47:08 BEDLÎS - Leşkerên li navçeya Xîzanê derketin operasyonê, şepe bi ser wan de hat û li gorî agahiyên destpêkên 2 leşker mirin, 3 winda ne û 7 leşker jî birîndar bûn. Waliyê Bedlîsê li herêma operasyonê derketina derve ya hemû gundan qedexe kir. Li navçeya Xîzayê ya Bedlîsê leşkerên ku derketin operasyonê bi ser wan de şehe hat. Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşker mirin, 3 leşker winda ne û 7 leşker jî birîndar bûn. Di vê navberê de Waliyê Bedlîsê di çarçovya operasyonê de li gelek herêm û gundan qedexeya derketina derve îlan kir.