YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin 2018-01-21 13:55:28 EFRÎN – Şervanên YPG û YPJ`ê tangeke din a TSK'ê li Efrînê rûxandin.  Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji Efrînê raghandin ku şervanên  YPG û YPJ`ê li gundê Kirdo yê girêdayî navçeya Bilbilê tangeke TSK'ê dema hewl da derbasî  gund bibe, rûxandin.  Beriya niha jî li gundê Dîkmedaş şervanên YPG û YPJ`ê du tangên TSK'ê ya hewl da têkeve Efrînê rûxandin.