Behcet Ebdo: Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike 2018-01-21 13:10:12 EFRÎN - Serokê Desteya Parastina Kantona Efrînê Behcet Ebdo derbarê êrîşên li ser Efrînê axivî û wiha got: “Dewleta Tirk şer hilbijart, divê encamên wê jî tehmûl bike. Hemû hêzên me yên leşkerî di ceperên xwe dene û bila hemû kes zanibin serkeftina para me ye.” Artêşa Tirk bi tifaqên AKP-MHP û Rûsyayê, ji duh de êrîşên bombebaranê li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tîne. Di encama bombebarana ku heta niha dewam dike de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî êrîşan, Serokê Desteya Parastina Kantona Efrînê Behcet Ebdo ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û wiha got: “Me êrîşa li ser Efrînê texmîn dikir, li ser vî esasî jî me tedbîrên xwe girtin. Artêşa Tirk a dagirker her tiştî bê ku cûdahî bixwe navberê mirovan û xwezayê bombebaran dike."   ‘WÊ POŞMAN BIBIN, LÊ DEMA POŞMANTIYÊ JÎ QEDIYA’   Ebdo, anî ziman ku Efrîn bûye wargeha bi hezaran koçberan û wiha bilêv kir: “Bombebaran û topbarana li ser sivîlan îsbata sûcên Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirk û piştgirên wan di van sûcên li dijî mirovahiyê dikin de dê bedelên giran bidin. Dewleta Tirk şer hilbijart, bila encamên şer jî tehmûl bike. Me berê jî hişyarî dabûn, hêzên ku êrîşî axa me bikin wê poşman bibin, lê êdî dema poşmaniyê jî  nemaye."   ‘SERKEFTIN PARA ME YE’   Ebdo, da zanîn ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tirsandina gel û şikandina vîna gel, topbaran û bombebaranan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel bi hêzên xwe yên leşkerî bawerin û kes nikare vîna me têk bibin û derbasî Efrînê bibin. YPG û hemû hêzên me yên leşkerî di ceperên xwe dene û bi moralin.  Hata niha em di rewşa parastinê debûn, lê rewş  wisa derbas nabe, em ê êdî berisvên tund bidin. 7 sal in me li ber xwe daye, em ê berxwedana xwe bidomîn in. Bila hemû kes zanibe serkeftin para me ye.”