Malên Gel: Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye 2018-01-21 12:36:48 STENBOL - Malên Gel êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê şermezar kir û diyar kir ku şerê li dijî Efrînê şerê avakirina diktadoriyê ye.  Malên Gel, bi daxuyaniyekê êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê pêk hat şermezar kir. Malên Gel, di daxuyaniya bi ser navê "Şerê Efrînê şerê avakirina Dîktatoriyê ye" de diyar kir ku divê her kes ji bo welatekî azad û aştiyane ava bikin ala biratî, aştiyê bilind bikin. Malên Gel di daxuyaniyê de wiha got: "Her ku îktidara AKP'ê dikeve nava tengasiyê rêngê rêveberiya Tirkiye kiriye rêveberiya şer. AKP li ser navê "Mutabakata Neteweyî" dîsa xwe avêt hembêza şer. Şerê Efrînê şerê avakirina dîktatoriyê ye. Operasyona perçekirina muxalefetê û hewldana yekîtiya hêzên rastgir e. Ji bo welatekî azad û aştiyane ala ku îro em bilind bikin ala aştî û biratiyê ye. Divê em ala aştî û biratiyê bêtir bilind bikin. "