‘Dê her roja êrîşên Efrînê şermezar bikin’ 2018-01-21 12:35:14 AMED - Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamcî, diyar kir ku dê her roj saet 12.00’an li ber avahiya xwe êrîşên li dijî Efrîn'ê şermezar bikin. Rêxistina navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rezanê, 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’a Amedê pêk anî. Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, Hevserokê HDP’a Bajêr Mehmet Şerîf Çamci, rêveberên navçeyê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Pankarta “Eger em nebin yek, emê herin yek bi yek” û “Ji wêrankirina Sûrê û dorpêçê re na” bi salonê ve hatin daliqadin.    Piştî rêzgirtinê, Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci axaftina vekirinê ya kongreyê kir û wiha got: “Em welatiyên ku di bombebaran Efrînê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Em di bin şert û merçên şer de kongreya xwe lidardixin.  Em ê li dijî van êrîşan her roj saet 12.00’an li ber avahiya HDP’ê şermezar bikin. Ger êrîşên li dijî Efrînê berdewam bikin, em ê jî çalakiyên xwe dewlemend bikin û zêdetir bikin.”   'FAŞÎZM HER TIM EYNIYE'   Piştî hilbijartina dîwan, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr jî axivî û wiha got: “Pêşketinên di roja îro de rû didin, dişibin kirînên Hîtler ên di salên 1930’an ên li Elmanyayê. Wê demê gava partiyên muxalîf civîn û kongreyên xwe pêk dianîn, destûr ne didan endamên partiye bikevin avahiyên partiyên xwe. Li ser kursiyên deleqeyan dirûniştin. Heman rewşê em niha dijîn û vê rastiyê bi çavên    Piştî rapora aborî û falliyetan hat xwedin, hişbijartinê destpê kir. Di dengdana hat kirin de Yuksel Almas û Necmettîn Burakmak ji bo Hevserokatiya HDP’a Rezanê hatin hilbijartin.    Kongre, bi berz kirina dirûşmena “Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.