Medya nêzî AKP'ê êrîşa li dijî Efrinê wekî 'Cejnê' îlan kirin 2018-01-21 11:33:01 ENQERE - Medya nêzî AKP'ê ku bi manşetên xwe şer sor dike, êrîşa TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê wekî "Cejn" û "Serkeftin" îlan kir. Ji bilî rojnameyên Evrensel û Demokrasî, rojnameyên ku operasyon rexne kirin tune.  Hemû medya tirk a nêzî AKP'ê êrîş û operasyona TSK'ê ya bi fermana AKP/MHP'ê pêk hat wekî "Cejn" û "Serkeftin" îlan kir. Ji niha de bi sernavên xwe manşetên ku keyfxweşî û coşa xwe tînin ziman û bêtir şer sor dikin manşet avêtin rojnameyên xwe. Medya hawiz a nêzî AKP'ê ku heta niha gotina Erdogan a “Hefteyek derbas nebe emê Efrinê belav bikin" dikirin manşet îro bi manşetên ku kêf û coşa xwe tînin ziman avêtin rojnameyan.    HURRIYETÊ ŞER ÎLAN KIR: HER KES LI DIJÎ KURDAN ŞERVAN E   Rojnameya Tirkiye gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya “Gazamız mubarek olsun (Bila gazame bi xêr be)" avêt. Rojnameya Yenî Şafak, “Şimdi Zafer Zamani (Niha dema serkeftinê ye)”, Rojnameya Milliyet “Şimdi Afrin (Niha Efrîn)” avêt. Rojnameya Hurriyetê jî manşeta "Menbiç Sırada (Di dorê de Minbic heye)” avêt. Dîsa bi surmanşeta “Türkiye Tek Yürek(Tirkiye yek dil)” avêtin.    MEDYA NAVENDÎ ŞERÊ TAYBET PÊŞ DIXE   Medya Navendî ku pêşengiyê ji şerê taybet re dike, beriya ku operasyona hewayî dest pê bike diyar kir ku "Hêzên Taybet derbasî Sûriye bûn" Beriya êrîş dest bike manşetên "Gelek tang û top li ser sînorê Deriyê Oncupinarê bi chi bûne" kirin manşet. Rojnameya Cumhuriyet zimanekî navberê da û got "Li Efrînê xistin" da. RojnameyaHaber Turk manşeta “Kulma Hesînî li Terorê xistin", Rojnameya Karar operasyon şiband a Şerê Rizgariyê ku gelek kurd jî têde jiyana xwe ji dest dan û manşeta “Fermana Operasyona Zeytindali ji Dumlupınarê hat" da.    MUXALÎFÊN AKP'ê JÎ PIŞTGIRÎ DAN OPERASYONÊ   Rojnameya Netewperestan Sozcu û rojnameya Perinçek Aydinlikê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û ev kêfxweşî di manşetên xwe de nîşan dan. Rojnameya Sozcu manşeta “Me li Xaîna xist" avêt. Rojnameya Aydinlik  jî manşeta “Taarûza Serkeftinê ya Artêşa Tirk" avêt.    KESEN DI 1'Ê ADARÊ DE LI DIJÎ ŞER BÛN PIŞTGIRÎ DAN ÊRÎŞA LI KER EFRÎNÊ   Hemû rojname û kesên ku di sala 2003'an de li dijî şerê 1'ê Adarê derketin îro bi manşetên xwe hemûyan piştgirî da operasyona li dijî Efrînê.    Abdullah Gul, Ahmet Davutoglu di 1'ê adarê de li dijî teskereya Adarê derketin û dijberiya xwe ya şer anîn ziman. Lê di şerê li dijî Efrînê de piştgirî dan operasyonê. Rojnameya Starê gotina Erdogan a li dijî tezkereya 1'ê Adarê di manşeta 2'ê Adarêde bi gotina “Tayibe Ragmen NO”  avêtin.    Dema li dijî Kerkuk û Herêma Kurdistana Federe êrîş pêk hatin HDP û partiyên siyasî yên li Tirkiye bertekên xwe anîbû ziman. Lê li dijî Êrîşa TSK'ê ya li ser Efrînê ji herêma Federal a Kurdistanê taxuyanî nehat dayîn.