Tirkiyeyê gundê Baliyayê bombe kir 2018-01-21 11:09:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên TSK'ê û komên girêdayê wê piştî ji bejahîve êrîşa wan a li dijî gundên Efrînê şikiya, bi balafirên êrîşe herêm bombebaran kir. Hêzên artêşa tirk û komên girêdayên wê di saetên sibe de xwest gundê Baliyayê navçeya Bilbilê dagir bike û êrîşê gund kir. Şervanên YPG û YPJ`ê bersiv dan êrîşa TSK'ê û êrîş hat şikandin, artêşa tirk bi paşde vegeriya.   Li gorî ANHA'yê piştî êrîşa TSK'ê û komên girêdayê wê ji bejahiyê ve şikandin, balafirên artêşa tirk gundên Baliya û Tobel ên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê bombebaran dike.   Ji aliyekî din ve artêşa tirk dîwarên ku berî demekê li ser sînorê gundê Baliya ava kiribû, radike.