Welatiyên Hatayê: Divê êrîşa li dijî Erfînê demil dest bê rawestandin 2018-01-21 11:02:11 HATAY - Welatiyên Hatayê diyar kir ku ew li dijî êrîşa li ser Efrînê ne û ev êrîş gefeke li dijî Hatayê ye, divê demil dest êrîşên hewayî û bejayî bên rawestandin. Gelê Hatayê bal kişand ser êrîşa hikumeta AKP'ê ya li dijî Erfînê û bertek nîşanî qetilkirina 9 kesan dan, xwestin bombebaran demil dest bê rawestandin, ew wekî gelê Hatayê li dijî êrîşan e. Abdullah Subaşi got ku dê ev êrîş herî zêde gelên mexdûr bike, ew teqes li dijî êrîşin.   NAXWAZIN BIBIN ALÎGIRÊ ŞER   Umît Yogun ê ji Hatayê da zanîn ku ew tu carî alîgirê şer nînin, li ser serê wan şerekî bi xwîn heye û ew naxwazin bibin alîgirê vî şerî û wiha axivî: "Her cure şer dê zerarê bide vî welatî. Ji ber ku ev şer mirin û zilmê tîne em şer naxwazin. Divê hemû gelê Hatayê li dijî vî şerî derkeve. Divê em destê xwe bidin hev û wekî biran bi hev re bijîn."   'GELÊ HATAYÊ BI FIKAR E'   Halîl Dede jî destnîşan kir ku dê şerê li dijî Efrînê de herî zêde bandoreke xirab li ser wan bike û wiha got: "Çima mirovên li Efrînê jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin ev mirov bên kuştin û zerarê bibînin. Gelê Hatayê ji ber vê tirs û xofê dijî. Dê sibê çi bibe gel nizane û bi tirs dijî. Gel di nav tirsê de ye dê sibê bombeyek li vir bikeve. Ji ber wê xew nakin. Tenê yek daxwaza me heye, bila êrîşan rawestînin û li hev bên."   'DÊ ŞER JI HATAYÊ RE XIZANIYÊ BÎNE’    Temîm Salmanoglu anî ziman ku gelê Hatayê germahiya şer gelekî li nêzî xwe hîs dike, ji ber koçberiya li Sûriyeyê di warê aborî de tengasiyeke mezin dikişînin û wiha pê de çû: "Di vî şerî de hem gelê Hatayê û hem jî gelê Efrînê de zerareke mezin bibîne. Dê ev şer ji gelê Hatayê re xizaniyê bîne. Dê di vî şerî de jin û zarok bên kuştin. Kesên ku bikevin Efrînê de dernekevin. Divê Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Efrînê demil dest rawestîne. Dê ev şer zerarê bide kurd, tirk, ereb û gelên din."   'BIRÎNÊN VÎ DÊ ŞERÎ NEYÊN DERMANKIRIN’    Alî Lale jî derbirî ku bi êrîşên li dijî Efrînê re, ewlehiya gelê Hatayê ketiye xetereyê û ev tişt anî ziman: "Bi vî şerî re koçberiyeke nû li pêşiya gelê Hatayê ye. Ji xwe gel di nava krîzek aborî de ye, dê bi vî şerî re krîz kûrtir bibe. Ez wekî welatiyekî Hatayê, naxwazim Tirkiye axa welatekî din dagir bike. AKP ji bo hilbijartinan rezemeniyan bike, êrîşî Efrînê dike. Dewlet divê ez çawa mafên kurdan li welatê xwe nadimê, ez ê nehêlim li cihekê din jî maf bidin wan. Dê birînê vî şerî kûrtir bibin û dê neyên dermankirin."   MA / Nurhan Kuzu –Hamdullah Kesen