Îlham Ehmed: Li tevahiya cîhane rabin serhildanê 2018-01-21 10:17:32 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed li dijî bombebaran TSK'ê ya li ser Efrînê bang li tevahiya gelan kir ku li tevahiya cîhanê rabin serhildanê. Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed li dijî bombebaran TSK'ê ya li ser Efrînê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku armanca êrîşa li dijî Efrînê derbekirina pêvajoya siyasî û hewldanên aştiyê ye û wiha got: “Efrîna wargeha bi sedhezarn koçberan e. Efrîn warê ku  milyonek kes lê dijî ye. Bi êrîşên terorîst ên balafirên Tirk rû bi rû ye.”    Hevseroka MSD’ê Ehmed, bang li civaka navnetewî kir ku yekser destwerdanê bike û Tirkiyeyê di sînorekî de bide sekinandin. Ehmed bangewazî li tevahiya gelên cîhanê kir ku serhildanê li dar bixin û zextê li Rûsya û Amerîkayê bikin ku bombebarana Tirkiyeyê bisekinînin.