Qedexeyê mala wan xera kir, lê dîsa jî hewl didin bijîn 2018-01-21 09:20:06 EDENE – Di salên 1990’an de gelek malbat ji Şirnexê ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kirin. Ji van malbatan gelekê wan di nav şert û mercên zehmet ên konan de dijîn. Malbat li gel şertên zehmet jî hewl didin jiyana xwe dewam bikin.  Di serdema 2015-2016’an de ji ber “qedexeya derketina derve” yên li bajarên wek Şirnex, Cizîr û Nisêbînê wek serdema salên 1990’î neçar man dest ji bajar û gundên xwe berdin. Ji ber polîtîkaya zordestî û xizaniyê gelek malbat neçar man koçberî metropolan bibin. Gelek malbat yên di vê serdemê de koçî Edeneyê bûn, li gel malbatên salên 90’î ji herêma Botanê koçber bûn bi cih bûn. Malbatên dev ji ax, zevî, mal û milkên xwe berdan, hatin gel malbatên li gundê Karagoçer ê navçeya Karataş a Edeneyê di bin konan de dijîn bi cih bûn û çarenûsa wan jî bû heman çarenûs.    MALA WAN HILWEŞANDIN    Yek ji van malbatan ên li gel xizmên xwe bi cih bûn jî malbata Demîr e. Meryem Demîr destnîşan kir ku di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de mala wan a li Taxa Nûrê polîs û leşkeran hilweşand koçî Edeneyê kirine û 3 sal berê bi malbata xwe re hatin li navçeya Karagoçer di bin konan de man.    Demîr da zanîn ku ew bûye şahidê qewimînên li Cizîrê û wiha got: “Mala me li Taxa Nûrê li ser rê bû. Di nav şer de bû. Em 40 rojî di mal de man. Tiştek ji me nebû, lê cîranên me birîndar bûn. Piştî êrîşan em çûn cem mala cîranê xwe. Me li malê cihek wek stargehê çêkiribû û em 20 kes di wir de diman. Me di wir de di bin şert û mercên zehmet de xwarin çê dikir. Ne av û ne jî ceryan hebû. Û ne jî sobe hebû. Em di hundirê betaniyan de radiketin û radibûn. Gelek dijwar bû.”    Demîr anî ziman ku piştî li Cizîrê gelek cîran û xizmên wan jiyana xw ji dest dan hatin Karagoçerê li cem xizmên xwe bi cih bûn û bi lêçûyînek 4-5 hezar lîreyî ji xwe re kon ava kirin û av û ceryanê kişandin hundirê wê. Demîr diyar kir ku ji ber şer travma derbas kiriye û hêj ji ser xwe neavêtine û got: “Derûniya me hemûyan xera bûye. Tiştên me li wir me dît hêj teze ne. Ji bo em derûniya wir ji ser xwe bavêjin, gelek dem divê. Li vir jî jiyan zehmet e. Jiyana di bin konan de gelekî dijwar e.”    ‘JIYANA KONAN ZOR E’    Songul Işık a li gel malbata xwe ji gundê Dêrgulê ya Şirnexê neçar ma koç bike jî destnîşan kir ku di konekê de 7 kes dijîn û hevjînê wê jî li nav zeviyan dixebite. Işik got: “Ez nikarim biçim nav zeviyan. Neçarim li zarokên xwe binerim û karê malê bikim. Gundê me neşewitî, lê Şirnex dem û dûz kirin. Ji ber kar tune bû em hatin vir. Her çi qas jiyana di bin konan de zehmet be jî, lê em neçarin bijîn.”