‘Wê girtiyên azadiyên yektîpiyê qebûl nekin' 2018-01-21 09:18:06 MÊRDÎN – Haci Ahmet Gegezê li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê îşekneceyên giran lê hatin kirin, sepandina kincên yektîpî wiha nirxand: "Avaniyeke ku ji yekparêziyê pêk bê, berdewamiya faşîzmê ye. Wê girtiyên azadiyê yektîpiyê qebûl nekin."  Haci Ahmet Gegezê di dema 12'ê Îlonê de 6 salan di Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê de ma û îşkenceyên giran lê hatin kirin, bertek nîşanî sepandina kincên yektîpî ku niha bi KHK'ê dîsa hat da. Gegez sepandina kincên yektîpî wek "provakasyonê" nirxand û got bi vê yekê armanc binpêkirina rûmeta mirovahiyê ye.    ‘7 ROJAN EM BÊ NAN MAN, ME KINCÊN YEKTÎPÎ LI XWE NEKIR'    Gegez got ku ew û kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan di heman qawîşê de diman û wê demê ji ber wan sepandina kincên yektîpî qebûl nekiriye îşkenceyên giran li wan hatine kirin. Gegez ev tişt gotin: "Ji ber îşkenceyan min halîsunasyon didîtin. Wextek dan me û gotin divê em li xwe bikin û iîşknceyê gef li me xwarin. Me hemû amûrên xwe dan ber deriyan û girt û me li ber xwe da. 7 rojan em bê nan hatin hiştin. Piştî roja heftan di valahiya hewadariyê û paceyan de ava şid avêtin ser me. Hin kesan ji bo van êrîşan şermezar bikin xwest xwe bişewitînin, lê belê ji ber şil bûn nebû." Gegez got ku derî hatin şikandin û ew îşkence kirin.    ‘AVANIYEKE YEKPARÊZ BERDEWAMIYA FAŞÎZMÊ YE'    Gegez bi lêv kir ku bi vê sepandinê tê xwestin ku girtiyan li ber çavê civakê teşhîr bikin û wan wek "sûcdar" nîşan bidin. Gegez wiha domand: "Ev ji aliyê gelek rêveberiyên faşîst ve tê sepandin û rewşeke dermirovahiyî ye. Ev tê wateya fikra yektîpî. Avaniyeke ku ji yekparêziyê pêk bê, berdewamiya faşîzmê ye. Ev hewldaneke ku hewl dide rûmet û bîra mirov teslîm bigire. Dixwazin girtiyan bikin koleyên xwe."    ‘WÊ GIRTIYÊN AZADIYÊ QEBÛL NEKIN'    Gegez got ku ev atmosfera neyînî demborî ye û ev tişt gotin: "Wê girtiyên azadiyê qethiyen qebûl nekin. Wisa bawer dikim kesên ji FETO'yê girtî û girtiyên edlî wê bi rihetî kincên yektîpî qebûl bikin. Lê wisa bawer dikim ku wê girtiyên siyasî li ber xwe bidin."