Çîçek: Em ê ji 10 hezar Stenbolî bibin Enqereyê 2018-01-21 09:17:26 STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku beriya kongreyê wan bi nûnerên rêxistinên demokratîk, komele û partiyên siyasî re hevdîtin kirine û ew ê derî bi derî bigerin. Çîçek wiha got: "Armanca me ew e ku em ji Stenbolê 10 hezar welatî bibin Enqereyê."  Wê Kongreya Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê di 11'ê Sibatê de pêk bê. Xebatên ji bo kongreyê didomin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku HDP di 5 salên xwe yên siyasetê de feraseta tekparêz, netew-dewletê perçe kiriye û wê HDP di serdema xwe ya nû de li hemberî polîtîka û tezên dewletê yên fermî careke din rola xwe ya dîrokî bilîze û der barê xebatên ji bo amadekariyên kongreyê de agahî dan.    'HEDEF 10 HEZAR KES IN'    Çîçek got ku di dîroka têkoşîna polîtîk a Tirkiyeyê de cihekî girîng ê Stenbolê heye û ev tişt gotin: "Li Stenbolê xurtkirina berxwedana demokratîk, di heman demê de tê wateya demokratîkirina Tirkiyeyê. Beriya kongreyê me û nûnerên rêxistinên demokratîk, komeleyên herêmî, partiyên siyasî nîqaşên cuda kirin û wê ev nîqaş bidomin. Me nîqaşa wateya hatina kongreya HDP'ê kir. Me ji bo tevayiya Stenbolê 250 hezar belavok derxistin û em ê li navçeyan derî bi derî bigerin û belav bikin. Em ê ji Stenbolê 10 hezar welatiyî bibin Enqereyê. Xebatên me bi awayekî cidî û baweriyî didomin. Em ê mal bi mal, derî bi derî bigerin û gelê xwe bi awayekî girseyî vexwînin kongreyê."    Çîçek destnîşan kir ku kongreya 11'ê Sibatê di heman de mê de arîfeya biharê ye û ev tişt gotin: "Hevdîtina girseyî ya 11'ê Sibatê tê wateya peydakirina sekn û îradeya li gel hev a gelên me, baweriyên me, çînan, jinan û ciwanan. Di heman demê de wê bê wateya ku em ê bi bawerî û moralekî mezin ber bi biharê ve biçin. Divê di vê çarçoveyê de mirov nêzî wê bibe. Heke em 11'ê Sibatê bi 8'ê Adarê, bi 21'ê Adarê û 1'ê Gulanê ve girê bidin, wê bihara li pêş me bibe bihara gelan, bibe bihara HDP'ê. Em xebatên xwe yên li Stenbolê bi vê perspektîfê, di vê çarçoveyê de dikin."   Herî dawî Çîçek got ku wê di kongreyê de rojeva wan a sereke ne hilbijartin bin. Çîçek bi lêv kir ku ji hilbijartinê wêdetir divê ew li ser ew ê çawa faşîzmê rawestînin nîqaşan bikin û pêngavên çawa bavêjin rawestin.