Dayika keça wê li Reqayê jiyana xwe ji dest da: Em destûr nadin êrîşa li dijî Efrînê 2018-01-21 09:15:55 EDENE – Sever Ûzûn, dayika Çagla Ûzûn a QSD'î ya di pêvajoya azadkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku heke li hemberî Efrînê êrîş pêk bên ew ê xwedî li têkoşîna keça xwe derkeve. Dayik Ûzûn wiha got: "Wê jin bi bayê porê xwe wan vemalin. " Sever Ûzûn, dayika Çagla Ûzûn a di 19'ê Çielya 2017'an de dema di nav Pêngava Xezeba Firatê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de li Reqayê li dijî DAIŞ'ê şer dikir jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dema keça wê çûye li pey xwe nameyek hiştiye û di nameya xwe de gotiye ew zilma DAIŞ'ê ya li hemberî jinan hezm nake û ew ê di nav têkoşînê de cih bigire. Dayik Ûzûn got ku Qirkirina Şengalê bandoreke zêde li keça wê Çagla kiriye. Dayik Ûzûn got ku keça wê li bazarên koleyan firotina jinan qebûl nedikir û wehşeta dihat kirin hezm nedikir.    'HETA JIN AZAD NEBIN EZ Ê NEYÊM'    Ûzûn, bi lêv kir ku dema keça wê li Rojava bûye çend caran lê geriyaye û wiha domand: "Min jê pirsî dê kengî bêyî? Got; 'heta jin azad nebin ez ê neyêm. Cihê min ev der e. Ez aîdî van dera me. Em mecbûr in dawî li vê wehşet û tirsê bînin.'" Dayik Ûzûn got ku di Çileya sala çûyîn de keça wê jiyana xwe ji dest daye, lê belê hevalên wê Reqayê azad kirine. Ûzûn bi lêv kir ku dema Reqa azad bûye ew zaf hestiyar bûye û azadkirina wê bûye cihê hêviyê. Her wiha Ûzûn got ku ji ber paytexta DAIŞ'ê Reqa ji aliyê jinan ve hatiye rizgarkirin ew serbilind e.    Ûzûn balê kiaşnd ser êrîşên li hemberî Efrînê jî û ev tişt gotin: "Feraseteke ku li Şengal û Reqayê bi ser neket, bawer nakim li wir bi ser bikeve." Dayik Ûzûn ev tişt ggotin: "Dizanim wê biçin, lê bila ji bîr nekin ku dê leqayî çi bibin. Qewimînên li Kobaniyê li holê ne." Ûzûn got ku dixwazin bi berbelavkirina tirsê xwe rihet bikin û wiha got: "Bi van êrîşên bi tevkariya AKP-MHP'ê tên kirin, dixwazin xwe rihet bikin."    Ûzûn diyar kir ku Federasyona Sûriyeya Bakur ji bo gelan destkeftiyek e û ev ji aliyê hêzên navnetewî ve nayê qebûlkirin û keda jinên ku jiyana xwe ji dest dan di vê jiyana ku nû hat sazkirin de heye.    'WÊ JIN WAN BI PORÊ XWE BIMALIN'    Ûzûn anî ziman ku şerê ku tê xwestin bê destpêkirin jî li hemberî van destkeftiyan e û wiha domand: "Wê planên wan berba bibin. Wê qet bi ser nekevin û noqî vilçoqê bibin. Wê ew jinên bedew, bi pora xwe û bayên pora xwe wan ji wir bimale." Ûzûn got ku li hemberî van êrîşan jin ji mirinê natirsin û ew ê bi vîna van jinan li hemberî êrîşan rawestin.    Ûzûn got ku ew ê xwedî li têkoşîna ku hevalên keça wê didomînin derkeve û heke li hemberî Efrînê êrîş pêk bên, ew ê li dijî wê derkeve û ji bo dijderketina êrîşa li hemberî Efrînê bang li her kesî kir.    MA / Berivan Altan