Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin 2021-01-27 19:38:24   ÊLIH  - Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP ku li Êlihê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de esnafan vexwand daxuyaniya çapemeniyê ku dê di 29'ê Çileyê de bê kirin.    Hevserok û rêvebirên KCD, TJA, DBP û HDP'ê ku li Êlihê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd didomînin, îro li navçeya Hezo, Sason û li bajaroka Bekirhanê ya Hezoyê serdana esnafan kirin.    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, aktivîstên TJA'yê, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskîn Bayindir û Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê Ruştu Tiryakî, Îmam Taşçier, Necdet Îpekyuz, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin û gelek endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tevli xebatan bûn.    Bayindir, Taşçier û Tiryakî li navçeya Sasonê serdana esnafan kirin. Heyetê di serdana xwe de esnafan vexwand daxuyaniya çapemeniyê ku dê di 29'ê Çileyê de li Parka Ataturkê ya li navenda Êlihê bê kirin.    Ozturk, Aydenîz, Necdet Îpekyuz û Hevşaredara Bekirhanê Gulîstan Sonuk çûn Bakirhanê. Heyet ewilî li ber avahiya rêxistina bajarokê bi gel re civiya. Li vê derê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo mafên gelê kur têdikoşin. Aydenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan jî û destnîşan kir ku bi tecrîdê pêşî li ber misyona Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkêN Rojhilata Navîn tê girtin û ev tecrîd dê bi beşdariya gel ji holê rabe.    'DI BERXWEDANA GEL DE ASÊ MAN'    Dû re Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî destnîşan kir ku heger kurd bi yek bin, dê bihêz bin û serdestên ku ji vê hêzê ditirsin jî hewl didin pêşî li ber yekîtiyê bigirin. Ozturk, diyar kir ku AKP-MHP'yan ku hewl dide kurdan biqedînine di berxwedana gel de asê maye û got: "Kesên hewl didin kurdan biqedînin, niha ew li ber qedandinê ne. Em pir bihêz in, ew bêhêz in. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Em baş dizanin ev kêlî, kêliyên dawî yên AKP'ê ne. Çi dikeve ser milê kê, divê bike."    Piştî axaftinan heyetê serdanên xwe bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Bimire îxanet, bijî Kurdistan" pêk anî.    Heyetê piştî serdana Bekirhanê derbasî Sasonê bû û dû re derbasî navenda Hezoyê bû. Li navçeyê gelek kesan bi dilxweşî heyetê pêşwazî kir. Di serdanê de heyetê esnaf vexwandin daxuyaniya çapemeniyê.