Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam 2021-01-27 17:15:53   ENQERE - Jinên ku li dijî projeya Zanîngeha Jinan a desthilatê hatin gel hev, diyar kirin ku wê li dijî armanca desthilatê ya afirandina “jina makbûl" li ber xwe bidin û dan zanîn ku wê destûrê nedin hişmendiya serweriya zilam.   Koma Kampanyayê ya Em Zanînghên Jinan Naxwazin, li pêş avahiya Şaxa Egîtîm-Sen’ê ya Hejmara 2 ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de dowizên “Tecawizkar Prof. Hasan Bîlgîlî” , “Kayyûm Verşan” û “Dijminên jinan wê biçin em ê bimînin” hilgirtin. Di daxuyaniyê de Rêvebera Kampanyayê ya Em Zanînghên Jinan Naxwazin Yaren Tuncer axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên hişmendiya serweriya zilam weke jin û LGBTÎ+ dê li her qada jiyanê têbikoşin.   ‘KADROYÊN XWE AVA DIKIN’   Tûncer, da zanîn ku AKP bi hewldanên afirandina “jina makbûl” dixwaze kadroyên xwe yên jinan ava bike û wiha got: “Desthilatî naxwaze ku jin di akademiyê de cih bigirin, berovajiyê wê dixwaze modela jina îtaetkar ava bike.” Tuncer, bi bîr xist ku di bûyerên tundiya zilam yên li zanîngehan de faîl tê veşartin, berpirsyar weke jin tê îlankirin û got: “Projeya Zanîngeha Jinan a bi fikra heke jin nexwazin bên tacizkirin mehkûmî hin sînora ne, tê meşrûkirin ne çareserî ye. Em qadên ku jin û LGBTÎ+ xwe weke xweser bikarin bidin jiyîn û ji bo zanîngehên ewle di nava zanîngehê de mekanîzmayên bi bandor dixwazin.”   ‘EM Ê RÊ NEDIN HIŞMENDIYA ZILAM’   Tuncer, destnîşan kir ku heta ku zanîngehên demokratîk, xweser, azad û wekhev ne afirînin ji têkoşînê paş ve gavê navêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em sînorên jina makbûl nas nakin. Em di serî de jinên zanîngehê dixwinîn, hemû jinên ku îtaet nakin vedixwînin têkoşînê. Ji ber em dizanin ku li dijî piştevaniya me tu hukmê zextan nîne. Em ê ji zanîngehan heta AKP’ê, YOK’ê, qeyûman, polîsên sivîl, OGB’yan li tu qadên jiyanê rê nedin hişmendiya serweriya zilam.”