Di paceyê de daxuyanî dan! 2021-01-27 16:56:30 ÇEWLIG – Rêxistina HDP’ê ya Çewligê xwest têkildarî greva birçîbûnê daxuyanî bide, lê polîsan destûr neda. HDP'ê di paceya avahiya xwe de daxuyanî xwend.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Çewligê têkildarî kongreya xwe li avahiya xwe civîna gel li dar xist. HDP’ê piştî civînê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de destûr neda daxuyanî were dayîn.    Li ser vê yekê HDP’ê di paceya avahiya xwe de daxuyanî xwend. Endama Meclîsa Şaredariya Çewligê ya HDP’yî Songul Barça daxuyanî da.    ‘GIRTÎ BI MERCÊN GIRAN RE RÛBIRÛ MANE’    Barça destnîşan kir ku bi hezaran girtî bi mercên giran û nebaş û îşkenceyê re rûbirû mane û got: “Tecrîda li Îmraliyê belavî tevahiya welat bûye. Divê tecrîd demildest were bidawîkirin û şert û mercên girtiyan werin başkirin. Lazim e rewşa girtiyên nexweş li ber çava were girtin û werin berdan. Ji bo vê yekê jî em bang li Wezareta Dadê dikin ku bikeve tevgerê.”