TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist 2021-01-27 16:51:11   WAN - TJA'yê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de atolyeya hunerê li dar xist. Jin bi berhemên xwe yên hilberandine dixwazin pêşangehekê vekin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de bi jinan re li atolyeya hunerê civiya. Jin di atolyeyê de ji bermahiyên rojname, kovar û kaxizan ku tînin gel hev berhemên nû hildiberînin. Jinên ku dixwazin van berhemên xwe di pêşangehekê de bidin nîşandan. Jinan diyar kir ku ev xebateke kolektîf e.    Aktîvîsta TJA'yê Neslîhan Şedal diyar kir ku ew demek dirêje bi jinan re di civin û wiha got: "Ev sê heftene ku em bi saziyên xwe yên cuda re bi awayê hevpar berhemên ku jinan hilberandine derdixînin holê. Di hefteya borî de jî em çalakiyên drama bi hev re bûn. Vê hefteyê jî berhemên ku me bi destkariye ji bermahiyên rojname, kovar û kaxizan hilberandine me hewl da ku em li ser hunerê rawestin. Em ê berhemên ku derketin holê bi pêşangeyê pêşkeşî gel bikin. Her wiha bi vê xebatê dixwazin motîfên kurdewarî derxin holê. Xebatên me dê pîştî saziyan li taxan jî bidome."