MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye 2021-01-27 16:50:40 AMED – Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye.”    MEBYA-DER’ê xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan ji beşdarên daxuyaniyê re got ew ê destûrê nedin tu daxuyaniyên “greva birçîbûnê” û “tecrîdê” nedin û daxuyaniyê asteng kirin.    Polîsan beşdarên daxuyaniyê û Abîdeya Mafê Mirovan dorpêç kir û bi barîkatan girtin. Di navbera polîs û şandeyê de demek dirêj muzakere dewam kirin, lê dîsa jî polîsan destûr neda. Li ser destûr nedayînê beşdarên daxuyaniyê çûn ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûrê. Polîsan avahiya HDP’ê jî dorpêç kir. Girseyê bertek nîşanî polîsan da û dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin.    ‘DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE’    Girse pişt re derbasî avahiya MEBYA-DER’ê bû û daxuyanî da. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag daxuyanî da û bertek nîşanî astengiyên polîsan da. Karadag destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan demildest werin dabînkirin û got: “Pêwîste darbest ji girtîgehan dernekevin. Lewma jî lazim e rayedar guh bidin daxwazê. Tecrîda li girtîgehan di heman demê de rê li ber rûxandina civakê jî vedike. Rewşa girtîgehan bûye awêneya welat. Divê li gorî qanûnên destûra bingehîn daxwaz werin pejirandin. Em jî wek rêxistinên sivîl dibêjin dawî li tecrîdê û binpêkirina mafan bînin û daxwaza girtiyan daxwaza me ye.”