Serdana penaberên di tariyê de mane kirin 2021-01-27 16:30:43   MÊRSÎN – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê çûn serdana penaberên Sûriyê yên bêceryan hatine hiştin û bal kişandin ser mercên jiyana wan.    Şirketa Ceryanê ya Enerjîsa ceryana kampa penaberên ji Sûriyê ya li navçeya Akdenîza Mêrsînê biriye û ji 22’yê çile ve di tariyê de ne. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi boneya rewşa wan li cih bibîne û pêdiviyên wan tespît bike serdana penaberan kir.    Endamên Platformê çûn konên penaberan û ji nêz ve li rewşa wan pirsî û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.    Piştî serdanê ji endamên Platformê Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê Hakki Demîr daxuyanî da û got divê însan terkî çarenûsa xwe neyên kirin. Demîr anî ziman ku mercên ev penaber têde dijîn li dijî peymanên Destûra Bingehîn û Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, divê pêdiviyên wan werin dabînkirin û lazim e penaber ne bi zimanê tirkî bi zimanê dayika xwe werin perwerdekirin.    ‘WALÎ BERSIVA ME NADE’    Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz ê di şandeya Platformê de cih girt destnîşan kir ku ji bo ew rewşa penaberên ji Sûriyê bi Waliyê Mêrsînê re guftûgo bikin randevî xwestine lê belê bi tu awayî bersiva daxwaza wan nehatiye dayîn. Yeşîlbogaz anî ziman ku divê pirsgirêkên penaberan bi lezgînî werin çarserkirin û ew ê hewl bidin di demek kin de vê pirsgirêkê çareser bikin û wek baroyê çi ji destê wan were dê bikin û dawî li vê trajediyê bînin.