ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2018'AN 2018-01-21 09:00:14 *Sever Ûzûn, dayika Çagla Ûzûn a QSD'î ya di pêvajoya azadkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku heke li hemberî Efrînê êrîş pêk bên ew ê xwedî li têkoşîna keça xwe derkeve. Dayik Ûzûn wiha got: "Wê jin bi bayê porê xwe wan vemalin. " *Li Dersimê di 1995'an de 2 polîs hatibûn kuştin. 4 kesên têkildarî vê bûyerê dihatin darizandin û paşê hat beraatkirin, piştî çend salan şûnde Wezareta Karên Hundurîn doza tazmînatê li wan vekir. Dadgeha Bilind biryara xerakirina biryarê da, lê belê Dadgeha Huqûqê ya Asliyeyê li gel vê biryarê jî, bi sed hezaran lîre cezayê pereyî li herçar kesan birî.    *Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek diyar kir ku beriya kongreyê wan bi nûnerên rêxistinên demokratîk, komele û partiyên siyasî re hevdîtin çê kiriye û ew ê derî bi derî bigerin. Çîçek wiha got: "Armanca me ew e ku em ji Stenbolê 10 hezar welatî bibin Enqereyê."    *Haci Ahmet Gegezê li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê îşekneceyên giran lê hatin kirin, sepandina kincên yektîpî wiha nirxand: "Avaniyeke ku ji yekparêziyê pêk bê, berdewamiya faşîzmê ye. Wê girtiyên azadiyê yektîpiyê qebûl nekin."    *Karkerên tevî Mahîr Kiliçê ku ji bo vegere ser karê xwe 70 roj e li ber şaredariyê di greva birçîbûnê de ne wiha gotin: "Şert û merc çi dibin bila bibin, heta em encamê bi dest nexin em ê dev jê bernedin."    * Di salên 1990’an de gelek malbat ji Şirnexê ji ber zextên dewletê koçî Edeneyê kirin. Ji van malbatan gelekê wan di nav şert û mercên zehmet ên konan de dijîn. Malbat li gel şertên zehmet jî hewl didin jiyana xwe dewam bikin.    * Piştevaniya Mor (Mor Dayanişma) ku bi şîara “An Azadî An Azadî" konferansa jinan pêk anîn, dest bi xebatên rêxistinbûnê kirin. Jiyan diyar kirin ku armanca wan ewe ku sazîbûnê pêş bixin û qadên ku jin lê nefesê bistînin ava bikin.   *Nivîskar Ronî War destanên kurdî yên ku dengbêjan bi kilamên xwe anîne heta roja me ya îro, dike mijara pirtûkên xwe. War diyar kir ku kilam dîrok û mêjiyê civaka kurdan e û xwest ku bêtir li vê çandê xwedî bê derketin.    * Li gor daneyên TUÎK'ê di navbera 2010 û 2016'an de miqdara avê ya ji bi santralên termîk tê bikaranîn du qatan zêde bûye. Parêzer Mehmet Orûş balê kişand ser avakirina 60 santralên termîk ên nû û got wê di salên pêş de pirsgirêka ava vexwarinê zêdetir bibe.    * Rêxistina HDP'ê dê bi şîara "Em dê teqez bi ser bikevin" 2'emîn kongreya xwe ya asayî ya HDP'ê li Salona konferansê ya Vedat Aydin a HDP'a Amedê pêk bîne. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek bajaran li dijî êrîşên TSK'ê û OSO yên li dijî Efrînê daxuyaniyan bidin çapemeniyê. (16.00)