Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin 2021-01-26 16:45:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Gokhan Guneş ê hatibû revandin û 5 rojan desteserkirî hat hiştin got: “Min tazî kirin û li min dan. Gefa tecawizê li min xwarin.”      Gokhan Guneş ê karkeriya ceryanê dike di 20’ê çile de li navçeya Başakşehîr a Stenbolê hatibû revandin û 5 rojan desteserkirî mabû. Vê sibehê hat berdan û vegeriya mala xwe. Guneş û malbata xwe li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.    Guneş di civînê de axivî û wiha got: “Yên min revandin gotin ‘em kesên nayên zanîn.’ Çend rojan min desteserkirî hiştin û ez nizanim min biribûn kîjan cihî. Bi ceryanê îşkence li min kirin. Min tazî kirin û li min dan. Gefa tecawizê li min xwarin.”