Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî 2021-01-26 16:16:30     MERSÎN – Walîtiya Mersînê, li şûna ceyranê deterjanê da penaberên sûriyeyî ku 6 rojên ceyrana wan hatiye birîn.    Penaberên sûriyeyê ku çend sal in li taxa Adanalioglû ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê bi cih bûne, 6 rojên ceyrana wan hatiye birîn û di tariyê de ne. Di 22’ê çileyê de xebatkarên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Tororslarê, bi polisan re çûbûn gund û bi hinceta “bikaranîna qaçax” ceyrana penaberan birîbûn.    Ji ber vê yekê bi sedan penaber ji ber tunebûna ceyranê kincên xwe dişewitînin û xwe bi şewitandina kincên xwe, xwe germ dikin. Li gel ku hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li bajar ji bo penaberan ketin dewrê û bertek nîşanî rewşê dan jî pirsgirêka ceyrana penaberan nehat çareserkirin. Walîtiya Mêrsînê jî li şûna ceyranê deterjanê li penaberan belav kir.