Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin 2021-01-26 16:13:35   YALOVA - Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Yalova ya Anatoliyayê, nîşankirina malên elewiyan şermezar kir û wiha got: “Em canan naşewitînin û bêyî ku li ol, mezhep û kokên wan binêrin li dijî kesên canan dişewitînin disekinin.”   Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Yalova ya Anatoliyayê, nîşankirina pênç malên elewiyan ku li Kolana Lokman a Taxa Baglarbaşiya Yalovayê ne, li Parka Cumhuriyetê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kir. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê Serokê Weqfa Çandê ya Haci Bektaş Velî ya Yalova ya Anatoliyayê Fîkret Demîr xwend. Demîr, diyar kir ku nîşankirina malên elewiyan ne nû ye û got ku bi vê rêbazê di nava 30 salan de li 27 bajar û navçeyan mirovan ditirsînin.    ‘EM CANAN NAŞEWITÎNIN’   Demîr, ev bersiv da ew kesên ku dixwazin provakasyonê derxînîn: “Mirovên Anatolyayê aştîxwaz in. Li cem me kîn û tundî tune ye. Em canan naşewitînin û bêyî ku li ol, mezhep û kokên wan binêrin li dijî kesên canan dişewitînin disekinin. Divê faîlên vê bûyerê demildest bên dîtin û cezakirin. Hêvî dikim ku çalakiyên tarî yên li welatê me demildest bi dawî bibin.”