‘Li zindanan grev heye, bibe deng û hevrê’ 2021-01-26 16:06:49   ENQERE – Platforma Mamakê bi boneya balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya li zindanan li 7 cihên cuda yên li taxa Tûzlûçayirê ozalit daliqandin.    Li Enqereyê Platforma Mamakê ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan hatiye destpêkirin li taxa Tûzlûçayirê bi ozalîtan çalakî li dar xist. Platformê li 7 cihên cuda yên li cadeyên wek Şafak Tepe, Nato Yolu, Tekmezar, Abidin Aktaş ozalîtên bi nivîsa “Li zindanan greva birçîbûnê heye, bibe deng, bibe hevrê” zeliqand û balê kişand ser greva birçîbûnê.