Di operasyona Licê de leşker mînîbusên sivîl bi kar tînin 2021-01-26 15:59:10   AMED – Operasyona ku li çoltera Licê dest pê kiribû didome û sewqiyeta leşkerî ya ji bo herêma operasyonê jî bi mînîbûsên sivîl tê kirin.    Operasyona leşkerî ku di 9’ê çileyê de li gundên Cinezur, Dêrxust, Hiseynik û Mişirfê yên navçeya Licê ya Amedê dest pê kiribû didome. Tê gotin ku operasyonê yekîneyên veşarî yên li arazî bi cih bûne tê meşandin û gelek wesayîtên sivîl ku leşker têde ne li gundan dewriyeyan dikin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkeran bi mînîbûsên sivîl ku ji navenda Amedê anîne sewqiyeta leşkerî dikin. Hat diyarkirin ku îro bi qasî saetekî mînîbusan leşkeran ji herêma operasyonên derbasî navenda navçeyê kirine. Hin mînîbus ji aliyê welatiyan ve hatin qeydkirin.