KCD, TJA, DBP û HDP’ê serdana Kercews û Heskîfê kir 2021-01-26 15:49:01   ÊLIH – Şandeya KCD, TJA, DBP û HDP’ê di çarçoveya xebatên yekîtiya ya kurd de serdana navçeyên Kercewsê û Heskîfê kir û esnaf û welatiyan bi berzkirina dirûşm, çepik û tîlîliyan şandeyê pêşwazî kir.    Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd li Êlihê dest bi xebatên yekîtiyê kiriye. Şandeya ji hevserok û rêveberan pêk tê çû serdana welatî û esnafên navçeyên Kercews û Heskîfê yên Êlihê.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstênTJA’yê, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê, Ruştu Tiryakî, Dersim Dag û Sidik Taş û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê beşdarî serdanê bûn.    KERCEWS    Şandeya li navenda navçeyê serdana esnafan kir bi dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin jiyan azadî” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hat pêşwazîkirin. Esnafan elqeyek mezin nîşanî şandeyê da û ev serdan di bin tevdîrên polîsan de pêk hat. Welatî û esnafan bi xêr hatina şandeyê kir û lîland û li çepikan da.    HESKÎF    Şande piştî serdana Kercewsê berê xwe da navçeya Heskîfê û li vir bi esnaf û gel re hat cem hev. Şandel i ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Heskîfê hat pêşwazîkirin. Serdana ku li “Heskîfa Nû” pêk hat esnafan gilî û gazinên xwe ji şandeyê re vegot û diyar kirin ku ew nikarin kar bikin.    ‘EV BERXWEDANA SEDSALÊ YE’    Piştî serdana esnafan Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyanî da û destnîşan kir ku Heskîfa 12 sal dîrokî kirine qûrbanê bendavek 50 salî û wiha got: “Malên ku hatine çêkirin şibandine girtîgehan. Hilweşandina Heskîfê di bîra însanan de dişibe êrişên DAIŞ’ê yên li ser Rojava. Çawa ku DAIŞ’ê bi hovîtî êrişî dîrokê kir û hilweşand, li vir jî heman rewş heye. Hovîtiya herî mezin li Rojava pêk hat. Yên li dijî wê hovîtiyê sekinînin DAIŞ’ê têk birin. Îro jî salvegera azadkirina Kobanê ye. Îro roja bidawîkirina hovîtiyê ye. Îro roja ku azadî bi ser ket. Ev berxwedan berxwedana sedsalê ye.”    Piştî axaftinan serdana li Heskîfê bi dawî bû.