Kaja Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê 2021-01-26 15:36:51   NAVENDA NÛÇEYAN – Kaja Kallas, piştî ku serokwezîrê Estonyayê Jûrî Rattas ji ber angaştên nelirêtiyê yên li hemberî xwe ji serokwezîrtiya welat îstafa kir, bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê.   Serokwezîrê Estonyayê Jûrî Rattas ji ber angaştên nelirêtiyê yên li hemberî xwe, di 13’ê çileyê de ji serokwezîrtiya welat îstafa kir. Piştî îstifakirina Rattas, Kaja Kallas ji bo serokwezîriya welat bû namzet. Namzetiya Kallas duh li meclisa welat hat qebûl kirin û bi vê yekê re Kallas bû yekemîn serokwezîra jin a Estonyayê.    Di sala 2016’an de jî Kersti Kaljulaid bûbû yekemîn serokkomar jin a Estonyayê û navê xwe derbasî dîroka welat kiribû.