Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2021-01-26 15:21:49     STENBOL – Li navçeya Eyûpsûltan, zilamê bi navê Û.B. dayika xwe Şukran B. û birayê xwe yê damariyê Mesût B. qetil kir.    Li navçeya Eyûpsûltanê ya Stenbolê, zilamê bi navê Û.B. dayika xwe Şukran B. û birayê xwe yê damariyê Mesût B. qetil kir. Bûyer piştî ku Û.B. xwe radestî polisan kir derket holê. Û.B. di gotinên xwe yên li miduriyeta polisan de diyar kir ku dayika xwe û birayê xwe yê damariyê kuştiye.    Piştî dayîna navnîşanê ya Û.B. polis çûn bûyerê û bi cenazeyê Şukran B. û Mesût B. re rûbirû man. Cenazeyê Şukran B. û Mesût B. ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.