DYA û Rûsya çima destûr dan TSK'ê ku êrîşî Efrînê bike? 2018-01-20 21:37:45 ENQERE -Hikûmeta AKP ji bo êrîşî Efrînê bike bi Rûsyayê re hevdîtin çê kir û piştî destûr girt êrîş kir. DYA li aliyekî zimanê nerm ê diplomasiyê wekî “êrîşan erê bike" bi kar tîne, ku  AKP ji vî zimanê DYA sûd girt û li dijî Efrînê dest bi êrîşê kir. Têkoşina li qadê dê Rewş û encama Efrinê diyar bike.  Demek dirêj bû AKP li dijî Efrînê gef dixwarin û hewl dida êrîş bike. Lê piştî destûr ji Rûsya girt îro TSK'ê saet di 16.10'an de bi 72 balafiran li 108 qadan bombe barandin. Tirkiye ku ji bo karibe operasyona derveyî sînor a li dijî Sûriyeyê pêk bîne, diviya bû destûrê ji DYA û Rûsya bixwaze. Piştî rayedarên Tirkiye duh bi Rûsya re hevdîtin pêk anîn îro dest bi êrîşên hewayî kir. Vê yekê jî nîşan da ku bi destûra Rûsya êrîş kiriye. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî daxuyanî da û diyar kir ku wan bi nivîskî ji rayedarên Rejîma Sûriye re gotiye û piştre êrîş kirine.    Tirkiye bi taybetî li ser NATO, DYA û Rûsya têkiliyên navneteweyî û dîplomatîk pêş xist. Herî dawî piştî civîna MGK'ê Serfermandarê Artêşê Hulusi Akar û Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rayedarên Rûsya re di 18'ê Çileyê de hevdîtin pêk anîn. Di ziyaretê di Rûsya destûr xwest. Di hevdîtinan de Rûsya li hemberî vê daxwaza Tirkiyeyê gelek tişt ji Tirkiyeyê xwestin. Di pêvajoya Astana de di navbera Tirkiye Îran û Rûsya de li Helebê herêma bê şer hatibû îlankirin. Ji Tirkiye hatibû xwestin ku li Idlibê hevkariya endamên El Nusra yên ji Helebê hatibûn li vir bi cih bûbûn neke. Dîsa xwestibû ku bertek nîşanî operasyona Rejîma Suriyeyê û Rusya ya li dijî komên çekdar nede. Rûsya bi taybetî xwest ku Tirkiye rejîma Sûriyeyê esas bigire. Di vê pêvajoya ku Tirkiye û Rûsya bazar dikirin de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got 'Em dê balafirên Tirk bixin'. Vê yekê hêza destê Rûsya bêtir xurt kir.    REJÎMA SÛRIYEYÊ BI FERMÎ NAS KIR   Daxwaza Rûsya ya aborî jî li ser masê hat niqaşkirin. Hat xwestin ku duyemîn xeta boriya projeya tirk bê raxistin. Ev daxwaz hat qebûl kirin. Dema hevdîtin dihat kirin ev daxwaz hat îmzekirin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got “Me Sûriyeyê der barê Efrinê de agahdar kir" Ev nîşan dide ku Hikûmeta Sûriye bi awayekî fermî muhatap hatiye girtin û ev daxwaza Rûsya pêk hatiye.    RÛSYA DESTÛR DA TIRKIYE   Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çanda Kurd a Rusya Ferhat Patîyev, diyar kir ku helwesta Rûsya ew e ku dixwaze her kesî di bin kontrola xwe de bigire û her kesî bi rê ve bibe. Patiyev, anî ziman ku Rûsya ne dixwaze Tirkiye û ne jî dixwaze kurdan ji destê xwe derxe û wiha got: "Dixwaze kurdan mecbûrî rejîma Sûriye bike. "Rûsya li dijî kurdan zimanekî erênî pêş dixe. Li pêş wan dikene û daxwazên wan erê dike. Lê di bazarên Tirkiyeyê de jî li gorî berjewendiyên xwe bi wan re li hev dike. Heta niha Tirkiye hemû daxwazên Rûsyayê qebûl kiriye û tawîz ji xwe daye.    BERXWEDAN DÊ DIYAR BIKE   Rûsya diyar kir ku wan leşkerên xwe kişandine herêma gundê Tel Acerê û Girê Rifatê. Dibêje 'Me provokasyon asteng kir' Li vir xuya dibe ku daxwazên Tirkiye qebûl kiriye. Patiyev destnîşan kir ku Hem DYA û hem jî Rûsya dixwaze bi vî şerî bêtir Tirkiye têk bibe û qels bike. Dixwaze Tirkiye têxe nava şerê kurdan. Dixwaze herdu aliyan jî li gorî xwe terbiye bike. Patiyev, bal kişand ser Kobanê û wiha got: "Li Kobanê jî Tirkiye li dijî Kobanê sor kirin. Lê li Efrinê encama şer dê bi berxwedanê diyar bibe. Kî di ber xwe bide ew dê encama şer diyar bikin. Li Kobanê Kurdan bi berxwedanê serkeftin bi dest xist. Dê li Efrînê jî berxwedan encama şer diyar bike.    Rojnameger Mutlu Civiroglu jî diyar kir ku ji ber hikûmeta DYA hatiye girtin û dawiya hefteyê ye ji bo Tirkiye ev yek erênî ye. Tirkiye ev yek ji bo xwe firsend dîtiye. Civiroglu, ji bo helwesta DYA wiha got: “Niha rojeva li DYA'yê Hikûmeta Federal bi awayekî fermî hatiye girtin. Kongre şevê din heta saet 12”an ket nava lêgerîna li hevkirinê. Lê li hev nekirin. Girtina hikûmetê rewşek pir kêm tê dîtin. Di navbera Qesra Spî û Komarparêzan de reqabet zêde bû. Tirkiye ev yek ji bo xwe kir firsend.    DYA NAXWAZE DESTKEFTIYÊN XWE WINDA BIKE   Bi DYA re serkeftinên mezin bi dest xistin. Di qada siyasetê de jî xwe ji bo serdemên nû amade dikirin. Tirkiye mutefîkê DYA ye. Dê vê rageşiyê zêde bike. Kurtan bertekên xwe anîn ziman. Gotin êrîşa li dijî Efrînê dê wekî êrîşa li dijî Cizîr û Kobanê bigirin dest. Xuya dike ku dê DYA biryarê bide."    Gelek aliyên din jî diyar dikin ku geşedanên li Efrînê dê têkoşîn û berxwedana li qadê encamê diyar bike.