Bîlgen: Li Helebçeyê jî Sûreya Enfalê xwendin û sivîl kuştin 2018-01-20 20:06:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş, diyar bir ku dê li hemû mizgeftan beriya nimêja eşayê û sibehê dê "Sûreya Fethê" bidin xwendin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen bertek nîşanda û got: "Di qirkiriha Helebçeyê de jî Sûreya Enfalê hatibû xebitandin û sivîl kiribûn hedef."    Piştî bi fermana AKP'ê TSK'ê li dijî Efrînê operasyona hewayî û bejayî da destpêkirin, Serokê Karê Diyanetê Alî Erbaş daxuyaniya ol kir amûreke siyasetê da û got: "Li dijî rêxistinên terorê yên ku gefê li welat û aramiya me dixwin, hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê li dijî Efrînê tevgera derveyê sînor dan destpêkirin û ji bo ev operasyon bi ser keve dê li hemû mizgeftên me di nimêja êvarê û sibehê de Sûreya Fethê bê xwendin. Dê ji bo artêş û gelê me dia bên kirin. Ez ji hemû peywirdarên me rica dikim ku vê bernameyê pêk bînin."   BÎLGEN: OPERASYON RASTE RAST SIVÎLAN HEDEF DIGIRE   Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen der barê operasyona li dijî Efrînê û navê operasyonê ya "Tevgera Şaxa Zeytûnê" de bîranînek balkêş bi bîr xist. Bîlgen ji Rojnameya Karinca re axivî û komkujiya helepçeyê bi bîr xistr û wiha got: "Di komkujiya Helebçeyê de jî Sûreya Enfalê xwendibûn. Her çendî 'Şaxa Zeytûnê' li navê operasyonê kiribîn jî wekî Sûreya Enfalê ya ji bo Helebçeyê, raste rast sivîlan hedef digire." Bîlgen aşkera kir ku li holê tu hewldaneke rewa tune û got: "DAIŞ'ê her roj li Kîlîsê top davêtin, parastina rewa nedihat hişê kesî? Dê ev operasyon pirsgirêkê çareser neke, borovajiyê wê dê pirsgirêkê kûr bike. Bi avêtina topan, dê pêşî li guhertina Rojhilata Navîn a bi destê kurdan pêk tên, dê neyê girtin."   Bîlgen bang li her kesî kir ku berpirsiyariya xwe pêk bînin.